CÎHAN

Behr ji ber plastîkan herimîne

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Her sal bi milyonan plastîkan diavêjin nav deryayên li Asyayê. Eger tedbîr neyên girtin, di nav çend salan de wê 250 milyon ton plastîk li deryayên herêma Asyayê kom bibin.

Qirêjiya plastîkan bandoreke giran li Asyayê dike. Mangrovên Vîetnamê bi kîsên plastîk tije bûne. Li Taylandê, balînayek ji ber ku 80 parçeyên plastîk daqurtand mir.

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Ocean Conservancy; Çîn, Endonezya, Filîpîn, Tayland û Vîetnam salê 4 milyon ton plastîk diavêjin nav deryayê. Lêkolîneran diyar kirin, eger heta sala 2025’an tiştek neyê kirin, wê 250 milyon ton plastîk li deryayên gelemperiya cîhanê kom bibin.

Ji Greenpeace ya Endonezyayê Ahmed Ashov Birry ji AFP’ê re axivî û got, “Em di nav krîza qirêjiya plastîk de ne. Ev yek li her derê tê dîtin, li nav çem, li okyanûsan û li her derê...”

Çîn, Endonezya, Filîpîn, Tayland û Vîetnam her wiha ew welat in ku di nav aboriya Asyayê de yên li pêş in. Aboriya van welatan jî xwe dispêre hilberîna zêde ya plastîkan. Ji bo danhevdan û jinûve bikaranîna plastîkan, sîstemeke xurt nîn e.

Plastîkên ku derya herimandine, herî zêde bandorê li kesên ku debara xwe bi masîgiriyê dikin. Masîgirê bi navê Nguyen Thi Phuong ê li Vîetnamê diyar kir ku cihê ku ew lê masiyan digire, êdî bûye sergoyekî ji plastîkan. Phuaong got, “Gelekî gemarî ye û ji bo zarokan jî qet nebaş e.” BRUKSEL

Albuma Nûçeyê