CÎHAN

Bazara li ser kurdan dest pê kir

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Serokkomar û wezirên Tirkiyeyê di nav gera aborî û siyasî de ne. Armanc ew e ku qeyran nav xwe sivik bikin û tifaqa li hemberî kurdan xurt bikin. Di vê çarçoveyê de Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu hat Iraqê

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji bo hin hevdîtinên fermî hate Bexdayê. Li balafirgeha Bexdayê Mevlut Çavuşoglu ji aliyê Wekîlê Wezîrê Derve yê Iraqê Hazim Yusif ve hate pêşwazîkirin. Herwiha li balafirgehê Sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê Fatih Yildiz jî amade bû.

Hate ragihandin ku wê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Adil Ebdulmehdî yê ku ji bo avakirina hikûmetê hatiye erkdarkirin,serokwezîrê niha Heyder Ebadî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Halbusî, Serokê Koalîsyona Feth Hadî Amirî, Serokê Tevgera Hikmetê ya Neteweyî Ammar Hekîm û hinek rayedarên din ên Iraqê û komên Tirkmen re hevdîtinan bike.

Çavuşoglu wê piştî serdana xwe ya li Bexdayê ji bo hevdîtina bi Serokê Tevgera Sadr Muqteda Sadr biçe Necefê. Berî niha dihate gotin ku wê Çavuşoglu piştî serdana Bexdayê derbasî Hewlêrê bibe, lê hate diyar kirin ku ev serdan hatiye betalkirin. BEXDA

Albuma Nûçeyê