JIN

Baxçeyên zarokan jiyana jinan hêsantir kir

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê du baxçeyên zarokan (Kulîlkên Pêşerojê û El Berêm) di pêşxistina şarezahiyên zarokan de û her wiha ji bo sivikkirina barê hemû jinan bi taybetî jinên kedkar roleke girîng lîst.

Baxçeyê Kulîlkên Pêşerojê beriya salekê li rojavayê taxa Şêxmeqsûd hate vekirin û têde 50 zarok hene. Baxçeyê El Berêm beriya 3 mehan li taxa El Eşrefiyê hate vekirin û têde 20 zarok hene. Temenê zarokan li her du baxçeyan di navbera 4-8’an ye. Zarok di baxçeyan de bi zimanên erebî, kurdî û înglîzî perwerde dibînin û her wiha şarezahiyên tevgerê bi rêya lîstikan fêr dibin.

Endama rêveber a Kongreya Star Nehle Mistefa got ku li ser daxwaza şêniyan piştî serkeftina baxçeyê yekemîn kongreya baxçeyê duyemîn bi navê El Berêm li taxa Eşrefiyê vekiriye.

Mistefa anî ziman ku ev her du baxçe di birêxistinkirina jinan de roleke girîng lîstiye û barên jinan sivik kiriye û da zanîn ku piştî zarok tev li baxçeyan bûne, jinên kedkar dem dîtine ku bêhtir bi kar û barên xwe re eleqedar bibin û her wiha di karê xwe de xwe bi pêş bixin. HELEB

Albuma Nûçeyê