POLÎTÎKA

Banga girîng: Demildest herin ser sindoqan û deng bidin

Dem : 24 Pûşper 2018 Yekşem

Dengdayîna hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê ber bi dawiyê ve diçe. Birîndarên êrîşa 5’ê Hezîranê ya Amedê bang li hemû gelê kurd kir ku biçin ser sindoqan. Birîndaran anîn ziman ku divê herkes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û demildest biçe ser sindoqan û dengê xwe bidin

Rêxistina Partiya Demokratik a Gelan (HDP) di 5'ê hezîrana 2015’an de li Qada Îstasyonê (5 Haziran) beriya hilbijartina 7'ê hezîranê mîtînga mezin pêk anîbû. Di mîtîngê de çeteyên DAIŞ’ê êrîş kiribûn û di êrîşê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di heman êrîşê de 400 kes jî birîndar bûbûn. Birîndarên êrîşa 5’ê hezîranê 2 roj piştre jî li ser sedyeyê û kursiyan çûbûn dengê xwe avêtibûn. Birîndarên êrîşa 5’ê hezîranê niha jî çûn ser sindoqan û dengê xwe avêtin.

Ji birîndaran Mehmet Ozcan Mehmet Ozcan ku piyên wî şikestibûn, bi nîşaneyên serkeftinê li ser sindoqa 1084'an a Dibistan Karacaag a ÎMKB'ê ya navçeya Rezanê dengê xwe bi kar anî. Ozcan piştî dengdayînê diyar kir ku wî dengê xwe ji bo aştî, biratî, edalet û azadiyê bi kar aniye. Ozcan da zanîn ku ew dê di her şert û mercan de dengê xwe bavêje sindoqê û xwest her kes biçe ser sindoqê û teqez dengê xwe bidin.

Banga girîng

Di heman demê de ji birîndaran Ayten Ay ku pêyekê wê heta bin çokê jê bûbû jî dengê xwe li sindoqa hêjmar 2024'an a Dibistana Akkoyunlu ya navçeya Peyasê avêt. Ay diyar kir ku ji bo rojên xweş û aştiyê dengê xwe daye û wiha bang li gelê kurd kir: “Mifteya rojên xweş û aram di destê me de ye. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe. Bila her kes biçe ser sindoqan û deng bide. Êdî dawî li vê zilmê bînin.”  AMED

Albuma Nûçeyê