CÎHAN

Balafirên şer li ser Deraayê digerin

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Ji saetên vê sibehê ve careke din balafirên şer li ser asîmanê herêma Deraayê geriyan û gelek derbeyên hewayî li ser herêmên rojhilatê gundewarên Deraayê pêk anîn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku îro di saetên berbangê de careke din balafirên şer li ser asîmanê parêzgeha Deraayê geriyan.

Her wiha derbeyên hewayî li ser herêmên bajarokê Um El Meyazin û derdora aliyê rojhilatê gundewarên Deraayê bi fûzeyan û qazanên teqemenî pêk hat.

Hêzên rêjîmê her wiha derdora bajarok topbaran kirin. Ji aliyê din ve jî balafirên şer îro di saetên sibehê de bajarê Deraayê topbaran kir. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn.

Topbarana li ser herêmê piştî rojekê agirbestê hate kirin. Ji roja Înê ve bêdengî li parêzgehê çêbibû. Li hêviya bendên lihevkirinê ne ku agirbest çêbibe û komên çekdar çekên xwe li ser çend beşan radest bikin û şêniyên gund û bajarokên di bin serweriya hêzên rêjîmê de li malên xwe vegerin.

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê destnîşan kir ku hêzên rêjîmê alîkariyên leşkerî ber bi korîdora Nesîn a li ser sînorê Urdinê ve birin.

Aliyê Rûsî bi komên çekdar re lihevkirin û ev hişt ku hêzên rêjîmê gelek herêmên Deraayê heta korîdora Nesîn a li ser sînorê Urdunê bixin bin serweriya xwe. Bi vê yekê hêzên rêjîmê û polîsên leşkerî yên rûsî dê derbasî wê derê bibin.

Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku dengê teqînan li herêma Nesîb û gundên derdora wê ji aliyê Sûriyeyê ve li ser sînorê Urdinê hate bihîstin. AMMAN

Albuma Nûçeyê