NÛÇE

Balafirên artêşa tirk Amediyê bombebaran kir

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Artêşa tirk ku bi hêzeke mezin li başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî yên nû çêkirine li hemberî berxwedana gerîlayên Kurdistanê ji hev felişiye. Leşkerên tirk ên ji bejahiyê ve nikarin şerê gerîla bikin bi kerb û hêrseke mezin, bi balafirên şer û obusan xwezaya Kurdistanê bomebaran dikin.

Dewleta tirk li aliyekî bi hêza leşkerî dixwaze xwe li herêmê tehkîm bike li aliyê din jî ji bo Kurdistanê ji mirovan xalî bike nemaze jî herêmên ku sivîl lê dijîn bombebaran dike. Hate hînbûn ku balafirên şer ên artêşa tirk saet li derdora 15.30'an herêmên Nêwrê, Rêkan û Berwariyê yên Amediyê û gundê Guhderzî yê Dêrelokê bombebaran kiriye. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin du roket li nava gundê Guhderziyê ketine. Têkildarî ziyana can û mal agahiyeke dirûst nehat bidestxistin. Liv û tevgera balafirên şer ên li herêmê berdewam dike. AMEDIYÊ

 

Albuma Nûçeyê