CÎHAN

Bakteriyên qewîn li YE’yê rê li ber mirina 33 hezar kesî vekir

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Li gorî lêkolînekê, li Yekitiya Ewropayê (YE) sala 2015’an 33 hezar kes ji ber bakteriyên ku dikarin li hember antîbiyotîkan li ber xwe bidin, mirine. Encamên lêkolînê di kovara The Lancet Infectious Diseases de hatin weşandin. Li gorî hesabên lêkolînerên ewropayî bakteriyên ku li hemberî antîbiyotîkan dikarin li ber xwe bidin, li YE’yê rê li ber mirina bi dehhezaran vekir.

Hate ragihandin ku ev bakterî tenê sala 2015’an xwe gihandiye 617 hezar 689 kesan û ji mirina 33 hezar 110 kesan ev bakterî berpirsyar hatin girtin. Dîsa hate aşkerakirin ku ev bakterî xwedî bandoreke wisa ye ku rê li ber mirinên şewb, penceşêr û vîrusa AÎDS’ê vedike.

Piraniya kesên ku mirine zarokên ji 12 mehî biçûktir û kesên ser temenê 65’an in. Hate ragihandin ku mirin herî zêde li Îtalya û Yewnanistanê çêbûne. Li Îtalyayê tenê bi serê xwe yek ji sisêyan a mirinan ev bakterî berpirsyar tên girtin. Bijîşk di mijara zêde bikaranîna antîbiyotîkan de bal dikişînin ser xetereyan û diyar dikin ku bikaranîna zêde berxwedêriya bakteriyan zêdetir dike.

Komeke avûstralyayî îlona 2018’an hişyar kiribû ku bakteriyeke bi navê Staphylococcus epidermidis ku li hemberî hemû antîbiyotîkan dikare li ber xwe bide bi pêş ketiye û ev bakterî dikare rê li ber nexweşiyên giran û mirinan veke. Lêkolîner diyar dikin ku mijareke lezgîn e ku antîbiyotikeke wisa bê çêkirin ku li van bakteriyan bandor bike. BRUKSEL

Albuma Nûçeyê