NÛÇE

Bajarê Simbî; Colemêrg

Dem : 29 Avrêl 2018 Sêşem

Bişar Durgut / COLEMÊRG

Bajarê Colemêrgê yek ji xweşiktirîn bajarên bakurê Kurdistanê ye. Lê ji ber zexta dewleta tirk û kiryarên wê, bajar  veguheriye girtîgeheke vekirî. Avakirina qereqolan a li her devereke bajar, danîna noqteyên kontrolê ya bêsînor û dorpêça li navenda bajar, ger gotin di cih de be civak xeniqandiye

Ji bo şopandina rewşa herêmê û pêşwazîkirina demsala biharê, me ji Amedê berê xwe da Colemêrgê. Weke ku tê zanîn Colemêrg di hêla civakî de herêmeke homojen e. Ji destpêka damezirandina Komara Tirkiyeyê heta niha jî her tim weke heremeke leşkerî hatiye bikaranîn. Ji ber erdnîgariya wê ya bi çiya û civaka wê ya homojen, ji hêla Tevgera Azadiyê ya Kurd ve weke herêmeke stratejîk tê dîtin. Bi heman helwestê jî dewleta tirk nêz dibe.

Dewleta tirk a ku bi rêveberiya Erdogan û partiya wî AKP’ê sonda tunekirina Tevgera Azadiyê û dagirkirina temamiya Kurdistanê daye, li Colemêrgê pergala dagirkeriyê êdî xistiye asta herî jor. Di salên berê de jî Colemêrg her tim bi noqteyên kontrolê yên leşkerî û polîsan ku li ser rêya di navbera Colemêrg- Şirnex û Colemêrg- Wanê danîne bûye rojev. Dema mirov lê dinêre dibêje qey komareke cuda ye. Em jî bi çûna Colemêrgê careke din bûn şahidê ev zexta li ser gel.

Ji Amedê ber bi Colemêrgê ve

Dema em ji Amedê bi rê ketin, ji Amedê heta Wanê me dît ku li dehan cihan hêzên leşkerî yên dewleta tirk bendên kontrolê danîne û derdora qereqolan jî bi blokên bilind ên betonê pêçane. Gelemperî rê hatiye birîn û berê rê ji qereqolê dûr hatiye xistin. Di nava vî wêneyî de em digihin Wanê. Em hinekî li rêya Colemêrg û Wanê şarezane ji ber vê yekê jî kêm zêde tiştên ku em ê bijîn, em texmîn dikin.

Li cihê kontrolê gel bi hêrs e

Piştî qereqolên Bebleşîn û Elbakê em digihîjin Qereqola Yenî Kopru ya di navbera Colemêrg û navçeya wê Geverê de. Li vir bi dehan wesayîtên kar û rêwingan li pey hev hatine sekinandin. Di wesayîtan de nexweş, karker û hwd hene. Gel aciz e û bi hêrs e. Leşkerên ku hatin ketin wesayîta me, piştî lêgerînê, nasnameyan dixwazin. Piştî rawestandineke bi qasî nîv saetê, em berê xwe didin navenda Colemêrgê. Dema ku mirov ji Yenî Kopruyê derdikeve, piştî 15-20 deqeyan digihîje têketina Colemêrgê. Li wir jî noqteya kontrolê ya polîsan a Depînê heye. Li vir ne tenê polîs, cerdevanên li gundên derdorê jî hene. Lê balkêş e ku me jî cara yekemîn dît, cerdevanên jin jî hebûn. Em li vir jî piştî rawestandina nîv saetekê dikevin navenda Colemêrgê.

Em dikevin navenda bajar

Colemêrg bi qasî 3 km’yan bilind e û li hemberî wê çiyayê bi nav û deng ê Simbilê (Bi gotina colemêrgiyan çiyayê Simbî) heye. Bajar ewqas bilind e ku dema baran tê û ewr dikevin asîmanê wê, mirov dibêje qey bajar li ser ewran hatiye avakirin. Bajareke pir biçûk e û hema bêje cihekî rast (dûz) li navendê nîn e. Tevî vê yekê jî li ser noqteyeke bajar qereqol û noqteyên polîs û leşkeran hatine avakirin. Ji xwe derdora bajar ji girên bilind pêk tê û hemahema li ser girên li her çar aliyên bajar noqteyên leşkerî hene. Li her taxekê û li cihên herî zêde ku bajar dikare lê bê avakirin, qişle, qereqol, lojmanên polîsan û hwd hatine avakirin.

Şaredarî weke baregeha polîsan e

Bêguman dema ku mirov dikeve sûka Colemêrgê ku tenê ji cadeyekê pêk tê û gelê herêmê jê re dibêje ‘cadeya mecbûriyetê’mirov pir şaş dibe. Li ser vê cadeyê ku bi qasî 200-300 metreyan dirêj e, ‘Qesra Edaletê, şaredarî û avahiya AKP’ê’ hene. Temamiya cadeyê herî zêde ji 10 kolanan pêk tê. Li nêzî ‘Qesra Edaletê’ li her du aliyên rê polîs hatine bicihkirin. Dema mirov bi qasî 50 metreyan derbas dibe jî tê pêşiya şaredariyê. Li rexê rastê yê şaredariyê du wesayîtên ûral ên polîsan, li pêşiya wê du wesayîtên bi tîpa akrep, panzêrek, wesayîtên ranger, ûralek û li rexê wê yê çepê jî du wesayîtên akrep hatine bicihkirin. Her wiha li baxçeyê şaredariyê jî ji bo cerdevenan kulûbeke biçûk hatiye avakirin. Gelê bajar da zanîn ku beriya şaredarî bê xespkirin, li baxçeyê wê qehwexaneyek hebûye û tenê wesayîteke polîsan jî li wir tunebûye.  

Pirsa ‘gelo ev der emniyet e?’ tê bîra mirov

Mirov dema ku nû dikevê, li ev devera ku herî zêde navendî ye, du îxtîmal tên bîra mirov. A yekem dibêjî ‘Teqez operasyoneke mezin li vir tê kirin û bi ser şaredariyê de girtine. Ya duyemîn jî mirov dibêje ku ev der midûriyeta emniyetê ye’. Lê li vir ne operasyon heye û ne jî ev der midûriyeta emniyetê ye. Ev der Şaredariya Colemêrgê ya ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin e. Ev 200 metreyên Colemergê tenê bi vê jî sînor nîn e. Hemahema her kolanekê polîs lê hene. Li cihên ku wesayîtên leşkerî nehatine bicihkirin jî exlebe polîsên sivîl hene û derdorê dişopînin. Dema ku mirov digihije ber deriyê Parka Valîtiyê ku li hemberî avahiya AKP û MHP’ê, di têketina parkê de noqteya polîsan hatiye avakirin û li her du rexên cadeyê jî polîs lê hatine bicihkirin.

Sedema vê zextê tirs e

Bêîstîsna li her taxeke Colemêrgê jixwe saziyên leşkerî û polîsan hene. Tevî vê jî noqteyên polîsan hatine danîn û jiyan li gel pir hatiye tengkirin. Li bajar hewayeke giran a leşkerî heye û hemû qadên jiyanê ji hêla dewletê ve hatine dagirkirin. Dema em li qehwexaneyekê rûdinin, di nava sihbetê de em qala vê dîmenê dikin.  Li ser pirsa me ya ‘Gelo çima ewqas leşker û polîs hatine bicihkirin?’ welatiyê ku nexwest navê wî bê aşkerakirin, dibêje ku ‘ji ber tirsê ye’.

Li her derê alên dewleta tirk

Weke ku tê zanîn dema dibêjin bajarê Colemêrgê di serê herkesî de ‘rêzê çiyayên ku dawiya wan nîn e, kilîm, hingiv û gulşênî (guldexwîn)’ zindî dibe. Belê rast e qeyûmê Colemêrgê jî hewl daye ku bi gulşêniyê sûkên Colemêrgê bixemilîne. Lê wisa xuyaye ku qeyûmê Şaredariya Colemêrgê ew alên ku li ser her gir, li her qereqol, dibistan, saziyên fermî û hwd kêm dîtine ku li ser peykerê gulşêniyê jî ala dewleta tirk xêz kiriye. Rengê faşîzmê bi şev û roj li kolanên Colemêrgê zindî ye.

Çima cerdevanî?

Demek piştre jî em dadikevin gundên Colemêrgê. Bihar ji her salê zûtirîn xwe nîşanî gelê herêmê daye. Li ser pirsa me ya sedema vê rewşê jî şêniyên herêmê bi ew taybetmendiya xwe ya henekker wiha dibersivînin; ‘mîdeya avhewaya cîhanê xera bûye û li me divereşe.’Gelemperiya şêniyên gundan cerdevan in. Pirsa me ya ‘çima cerdevanî?’ jî ji hêla herkesî ve hema bêje bi heman bersivê tê bersivandin. Cerdevan dibêjin ku ne bi daxwaza xwe, ji neçarî cerdevaniyê dikin. Balkêş e ku ew jî ji cerdevanên nû bi gazinc in. Dibêjin ku dema yên nû bûne cerdevan soz dane dewletê. Yek ji van sozan jî ew e ku tiştekî herî biçûk jî bibihîzin, dê rast e rast qereqolê agahdar bikin.

Bûyereke balkêş

Em li vir rastî bûyereke balkêş jî hatin. Ciwanekî ku nexwest navê xwe bide qala serpêhatiya xwe ya serlêdana ji bo cerdevaniyê dike. Ciwan dibêje ku birayekî wî tev li refên PKK’ê bûye. Ciwanî got ku dema ku ji bo serlêdanê diçe qereqolê berpirsyarên leşkerî wî dikişînin odeyê û di navbera wan de ev diyalog derbas dibe:

Leşker: Em dizanin ku birayekî te tev li PKK’ê bûye. Tu jî niha dixwazî bibî cerdevan.

Ciwan: Belê rast e.

Leşker: Wê demê ji te dipirsim, ger ku PKK êrîşî vê qereqolê bike û tu jî li vir bî, ger te birayê xwe dît û derfeta kuştina wî kete destê te, tu yê birayê xwe bikujî yan na?

Ciwan: Na. Çi dibe bila bibe ez ê birayê xwe nekujim.  

Li gorî gotinên ciwanî, li ser vê yekê leşkerê tirk çêra li wî dike û ji odeyê derdixîne û çekê jî nadê. Li gundên Colemêrgê mirov rastî gelek bûyerên bî vî awayî tê. Jixwe ji Colemêrgê heta navçeya wê ya Çelê li gelek cihan qereqol hene. Li gorî agahiyên ku me ji şêniyên herêmê bidest xistin, dewlet hewl dide ku li dijî Kato Marûnîs operasyoneke berfireh pêk bîne. Ji ber vê yekê jî li çiyayê Şine noqteyeke mezin a leşkerî hatiye avakirin û hemû çûn û hatin a herêmê tê kontrolkirin. Her wiha bi rojan e ku bi dehan cerdevanên gundên derdorê, tevî bi hezaran leşkeran li herêmê ne. Em dikarin bibêjin ku hemû zozanên li derdora Kato Marûnîs li şêniyên herêmê hatine qedexekirin û tê payîn ku dewlet dixwaze li vê herêmê operasyoneke pir mezin li dar bixe.

Amadekariya operasyonê tê kirin

Em jî dixwazin ku di vê mijarê de ji şêniyên herêmê nêrînê bigirin lê gel pir hatine tirsandin. Şêniyên herêmê dibêjin ku bi taybet jî ji ber giliyên cerdevanên nû, nikarin tenê gotinekê jî bikin. Şênî dibêjin ku qereqolê cîhazên guhdarîkirinê radestî van cerdevanan kirine û zêdetirî 30 metreyan jî bi rehetî deng tê qeydkirin. Dema ku cîhaz tê vekirin jî rasterast qereqol li vî dengî guhdarî dike. Em dikarin bibêjin ku Colemêrg ê ku bi xwezaya xwe û civaka xwe ya rengîn yek ji bajarên herî xweş ê Kurdistanê ye, bi dagirkeriya dewleta tirk re bûye weke navendeke leşkerî.

Albuma Nûçeyê