CÎHAN

Awusturya 60 meleyên AKP’ê dersînor dike

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Ev demeke dirêj e ku welatên Ewropayê ji rêxistingeriya hikûmeta AKP’ê ya di ser mele û mizgeftan de aciziya xwe tînin ziman û hikûmeta tirk hişyar dikin. Li Almanya, Fransa, Belçîka, Swed û Awusturyayê derketibû holê ku meleyên AKP’ê li ser navê hikûmeta tirk ji wezîfeya meletiyê zêdetir sîxuriyê dikin û welatparêzên kurd û demokratên tirkiyeyî dişopînin. 


Li dijî van faaliyetên dijqanûnî wisa xuya dibe ku ji bilî hişyarkirina hikûmeta tirk jî dê hin gav bên avêtin. Hikûmeta Awusturyayê bi dersînorkirina meleyên li ser hisabê AKP’ê dixebitin gava yekem diavêje. Di çarçoveya têkoşîna li dijî îslama siyasî de Awusturya 60 meleyan û malbatên wan ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve tên fînansekirin dersînor dike. Ji aliyên din ve yek jê ya Tirkiyeyê xebatên 7 mizgeftan jî dide rawestandin.


Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz, serokê Partiya Azadiyan û cîgirê serokwezîr Heinz-Christian Strache, Wezîrê Yekitiya Ewropayê (YE) Gernot Blumel û Wezîrê Karên Hundir Herbert Kickl bi civînek çapemeniyê biryarên di çarçoveya têkoşîna li dijî îslama siyasî de wergirtine, aşkera kir.


Serokwezîr Kurz daxuyand ku ji aliyê Daîreya Çandê û Wezareta Karê Hundir ve lêpirsînên der barê hin mizgeft û komeleyan de hatibûn destpêtkirin bi dawî bûn, di vê çarçoveyê de xebatên 7 mizgeftan hatin rawestandin, gelek meleyên ku bi hinceta ji derve tên fînansekirin jî dê bên dersînorkirin. Herwiha ji 7 mizgeftan yek jê ya Tirkiyeyê ye yên din jî yên dewletên ereban in. VIYANA

Albuma Nûçeyê