CÎHAN

Asya Bîbî ya ku li Pakistanê bû hedefa êrîşan hate berdan

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Asya Bîbî ku ev hefteyek e li Pakîstanê ji ber birayara berdana wê bûye hinceta protestoyên komên Îslamî yên tundrew, hate berdan. Jina bi navê Asya Bîbî ev heşt sal bû ku di girtîgehê de bû.

Dadgeha Bilind a Pakîstanê, 31’ê cotmehê biryar dabû, Asya Bîbî ya ku bi sûcdariya ‘heqareta li olê’ cezayê îdamê lê hatibû birîn were berdan. Hin komên bi serkêşiya Tahrîk-î Lebbeyk Pakistan biyar şermezar kir û li bajarên Karaçî, Îslamabad û Lahorê rê li trafîkê girtibûn.

‘Heqret li îslamê kiriye’

Parêzer duh daxuyaniyekê da û diyar kir ku Asya Bîbî hatiye berdan û bi balafirê ew birine cihekî nediyar. Asya Bîbî ku xiristiyan e, sala 2009’an ji ber ku ji bîra misilmanekî av derxistibû bûbû hedefa jinan û hatibû îdiakirin ku Bîbî av gemarî kiriye. Bîbî li ber vê îdiayê rabûbû. Bi hinceta “Heqaret li ola îslamê kiriye” giliyê wê hatibû kirin û destpêkê dadgeha herêmî, piştre jî Dadgeha Eyaleta Lahorê cezayê îdamê lê birîbû. ÎSLAMABAD

Albuma Nûçeyê