NÛÇE

Asta zilma li ser girtîgehan zêde bûye

Dem : 14 Îlon 2018 În

Zext û zordariya hikûmeta AKP’ê ya li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de berdewam in. Girtiyên di Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Baybûrtê bi rêya malbatên xwe dan zanîn ku ji cezayên mehekê yên hucreyê heta astengkirina hevdîtinan, gelek mafên wan bi kêfî tên binpêkirin. Girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir

Binpêkirinên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de mafên herî jiyanî yên girtiyan bi awayekî kêfî tên binpêkirin. Têkildarî mijarê girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Baybûrtê bi rêya malbatên xwe ragihad ku mafên wan ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tên binpêkirin.

Girtiyan diyar kir ku li girtîgehê çewisandineke zêde heye û di hevdîtinên vekirî de nikarin bi destê xizmên xwe jî bigirin. Girtiyan da zanîn ku her tim bi cezayê hucreyê û qedexekirina pêwendîdanînê li wan tê birîn û xwarina wan kêm tê dayîn. Girtiyan xwest ku ji Komeleya Mafên Mirovan heyetek serdana girtîgehê bike.

Asta zilma li ser girtiyan bilind bûye

Yek ji van girtiyan jî hunermend Nûdem Dûrak (28) e ku li Girtîgeha Tîpa M ya Jinan a Baybûrtê tê girtin. Durak bi rêya malbata xwe re ragihand ku ew li girtîgehê bi binpêkirinan re rû bi rû dimînin. Der barê mijarê de dayika Nûdem Durak, Hatîce Durak anî ziman ku zilm û zordariyeke mezin li ser girtiyan heye û ev agahî parve kirin: “Her tim 15, 20 roj heta mehekê cezayê hucreyê lê tê birîn. Ne xew, ne av û ne jî xwarinê didin girtiyan. Em nikarin ji bo hevdîtina vekirî biçin. Em hefteyê carekê 10 deqîqeyan bi telefonê diaxivin. Ew jî carnan telefon nakişîne. An jî telefona girtîgehê xera dibe.” ŞIRNEX - MA

Albuma Nûçeyê