CÎHAN

Artêşa Yemenê li Taizê pêş ve diçe

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire, di miduriyeta El Selo ya başûrê rojhilatê parêzgeha Taiz de pêş de diçe. Her wiha hêzên hûsî jî maşîneyeke hêzên Yemenê li Tehîta rûxand.

Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku artêşa Yemenê êrîşî navendên hêzên hûsî yên li miduriyeta El Selo ya başûrê rojhilatê parêzgehê kir. Her wiha televîzyona El Erebiye diyar kir ku artêşa Yemenê herêmên Sayla, bendav û geliyê Mewkaa yên li ser sînorê midûriyeta Xedîr a girêdayî parêzgeha Taizê xistin bin serweriya xwe.

Li aliyekî din jî Toreya El Mesîra ya çapemeniya nêzîkî hûsiyan got ku hêzên hûsî roja sêşemê li El Tehîta ya li ser berava rojava maşîneyeke artêşa Yemenê ku tê de leşker hebûn, bi mayinekê teqand. Di encamê de endamên tîmê hatin kuştin. SANA

Albuma Nûçeyê