NÛÇE

Artêşa tirk nikare bi gerîla!

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Ev serê hefteyekê ye hem li herêma Serhedê hem jî li herêma Bradostê şer û pevçûnên giran di navbera leşkerên artêşa tirk û gerîlayên Kurdistanê de diqewimin. Her çend çapameniya tirk di warê dayîna nûçeyên şer de wekî bultenên artêşa tirk tev digere û dezenformasyonê dike.

Li gorî bîlançoyên ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di şer û pevçûnên vê hefteya dawîn de li Agiriyê, li Lêlîkan, Evdilkovî û Tepê Xwedê yên li Bradostê, zêdeyî 100 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, hêzên gerîla yên ku li bakur û başûrê Kurdistanê derb li artêşa tirk xistin pîroz kir. KCK’ê diyar kir ku hêzên gerîla li gelek cihî artêşa tirk felişandine û artêş ji ber ketina Bradostê poşman kiriye. KCK’ê bal kişand ser çalakiyên rojên dawîn û ev nirxandin kir: “Artêşa tirk çi dike bila bike, kîjan teknîkê bi kar tîne bila bi kar bîne, nikare li ber gerîlayên me yên fedayî bisekine.”

KCK’ê destnîşan kir ku dê berxwedana gerîla hemû gelên Rojhilata Navîn ji rejîma AKP-MHP’ê rizgar bike. BEHDÎNAN - ANF

Albuma Nûçeyê