NÛÇE

Artêşa tirk li Efrînê baregehên leşkerî ava dike

Dem : 30 Avrêl 2018 Çarşem

Hêzên artêşa tirk û çeteyên wê yên El Qaîde û DAIŞ’ê di 20’ê çileya 2018’an de li ser erêkirina Rûsya, rejîma Sûriyeyê, Îran û DYA’yê dest bi êrîşa dagirkirinê ya kantona Efrînê kir.  Di çarçoveya êrîşê de jî zêdetirî 250 sivîl hatin qetilkirin, bi hezaran sivîl birîndar bûn û sedhezaran efrînî jî koçberî herêma Şehbayê û herêmên bakurê Sûriyeyê bûn.

Dewleta tirk û çeteyên wê yên ku li Efrînê demografyaya herêmê diguherînin û mal û milkê efrîniyan talan dikin, niha jî dest bi rakirina daran û avakirina baregehên leşkerî kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), çavkaniyên ji herêmê da zanîn ku artêşa tirk û çeteyên wê li Efrînê erdên ku milkiyeta wê ya sê welatiyan bû û 500 darên zeytûnan tê de hebûn, kirin baregeha leşkerî. 

Dagirkeriya xwe îtîraf dike

Li ser vê yekê jî welatiyan serî li komên dagirkeran dan ku destûra avakirina baregeha leşkerî nedin. Li Çavkaniyan da zanîn ku artêşa tirk daxwaza  welatiyan wiha bersivandiye: “Me êrîşî Efrînê kir û me ew dagir kir. Ma niha dibe ku em destûrê ji we bixwazin da ku dem daran rakin û yan jî ranekin." Hat zanîn ku artêşa tirk li gundê Bilîlko yê Racoyê jî baregeha helîkopteran çêkiriye.

Pîsta helîkopterê ava kirin

Çavkaniyê bi navê M.S. yê ji gundê Eltanê yê Racoyê diyar kir ku artêşa tirk û çeteyên wê hefteyk berê jî li gundê wan 500 darên zeytûnan jikokve rakirine û li şûna wê jî baregeheke leşkerî ava kirine. Di heman demê de artêşa tirk û çeteyên wê li gelek deverên din jî hewl didin baregehên leşkerî çê bikin. Talan, dagirkerî, binpêkirinên mafan ên weke revandin, tacîz, tecavûz û hwd. ên dewleta tirk û çeteyên wê yên li Efrînê berdewam in.

Albuma Nûçeyê