NÛÇE

Artêşa tirk êrîşî Kobanê kir!

Dem : 06 Pûşper 2018 Çarşem

Êrîşên artêşa tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê bênavber berdewam in. Di çarçoveya êrîşan de hêzên artêşa tirk careke din êrîşî gundên kantona Kobanê kir. Li gorî agahiyên ji Kobanê, arêşa tirk di şeva 5’ê hezîranê de şêniyên gundê Elî Şar ê Kobanê gulebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji Elî Şarê, hêzên artêşa tirk ên li ser sînorê di navbera bakur û rojavayê Kurdistanê de bi cih bûn şêniyên gund gulebaran kirin. Çavkaniyan da zanîn ku artêşa tirk di derengiya şeva 5’ê hezîranê de zêdetirî 20 deqîqeyan bênavber şênî gulebaran kirine.

Şêniyên herêmê jî bertekên xwe nîşanî êrîşan dan û diyar kirin ku dewleta tirk di meha Remezanê de bi gulebarankirina gelê herêmê re provakasyonan dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji roja paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê li ser sînorê rojavayê Kurdistanê heta niha dewleta tirk bênavber bi çekên giran û sivik êrîşî gundên li ser sînor dike. Di encama van êrîşan de jî heta niha bi dehan welatî hatine qetilkirin û birîndar kirin. Her wiha gelek kesên li ser sînor hatine girtin jî rastî îşkenceyên giran hatin. KOBANÊ

Albuma Nûçeyê