NÛÇE

Artêşa tirk daristanên Kurdistanê dişewitîne

Dem : 26 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Artêşa tirk bi hinceta operasyonên leşkerî, xwezaya Kurdistanê tune dike. Di vê çarçoveyê de jî li gundên Nisêbîna Mêrdînê agir berdan daristanan. Hat zanîn ku li herêma Omeryanê hîn jî şewat berdewam dike û bi tu awayî mudaxaleyî şewatê nayê kirin

Hêzên artêşa tirk di çarçoveya talan û wêrankirina axa Kurdistanê de, serî li hemû rêbazên kirêt dide. Dewleta tirk a ku tunekirina xwezaya Kurdistanê weke polîtîkayekê dimeşîne, niha jî li gelek herêmên Kurdistanê bênavber vê polîtîkayê didomîne.  Bi hincetên weke ‘operasyonên leşkerî’ û ‘ewlehiyê’, artêşa tirk bi awayekî hovane daristanên Kurdistanê dişewitîne.

Hêzên artêşa tirk demek berê li gundên Nisêbînê yên weke Kurikê Stîlîlê û Hebîsê ‘Qedexeya derketina kolanan’ ragihandibû. Bi îlankirina qedexeyan re jî li herêma Omeryanê şewat dest pê kiribû. Walîtiya Mêrdînê vê sibehê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku qedexe hatiye rakirin.

Şewat li gelek gundan belav bû

Duh piştî qedexeyê leşker derketin operasyonê û agir berdan daristanên gundan. Ji ber şewatê bi hezaran dar şewitîn. Şewat bi tenê bi van herêman re bi sînor nema û heta gundên Serêkaniyê û Çalê jî belav bû. Hat zanîn ku şewata li herêmê bi destê artêşa tirk hatiye destpêkirin, hîn jî bênavber berdewam dike. Li gorî agahiyan, ji ber şewatê zirar gihaştiye bax û baxçeyên welatiyan. MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê