NÛÇE

Artêşa tirk a dagirker gundên Sîdekanê topbaran kirin

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Hêzên artêşa tirk a dagirker danê sibehê gundên li herêma Biradostê bi dijwarî topbaran kirin.  Di encama topbarana artêşa tirk a dagirker de rêyên gundan xera bûn û hatin û çûna di navbera gundan de jî rawestiya

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bênavber berdewam in. Li gorî agahiyan, hêzên artêşa tirk a dagirker gundên ser bi Sîdekanê ku dikevin herêma Biradostê bi awayekî dijwar topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, artêşa tirk a dagirker îro saet di 10.30’an de ji topxaneya li çiyayê Ketkîn a li nêzî gundê Bermîzê yê Sîdekanê, gundê Kendgelî yê Sîdekanê topbaran kir. Di encama topbaranê de zirarên mezin giha rêyên di navbera gundên Kendegelî, Xelîfan û Alekanê.

Çavkaniyên ji hêrêmê da zanîn ku ji ber topbarana artêşa tirk a dagirker, hatin û çûna di navbera van gundan de rawestiyaye. ZAXO

Albuma Nûçeyê