POLÎTÎKA

Armanca tifaqê pêk anîna yekitiyê ye

Dem : 09 Pûşper 2018 Şemî

Kadrî ESEN / RIHA

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji gelek pekhateyên siyasî, neteweyî û olî pêk tê, di lîsteya xwe ya namzetan de cih daye nûnerên gelek pêkhateyan. Yek ji van pêkhateya ku HDP di lîsteya xwe de cih daye nûnerê wê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) ye. Cîgirê Serokê OSP’ê Nûsrettîn Maçîn, li Rihayê di rêza 3’yemîn de namzetê HDP’ê hatiye nîşandan.

Me li Rihayê xwe gihand Maçîn û li ser jiyana wî ya siyasî pê re hevdîtin pêk anî. Maçîn diyar kir ku di sala 1963’an de li gundê Dêr Qamîn ê navçeya Licê ya Amedê ji dayik bûye û der barê destpêkirina xebatên xwe yên siyasî de wiha axivî: “Komkujiya 1’ê Gulanê ku di sala 1977’an de li Taksîmê pêk hat, wê deme tesîreke mezin li min kir. Piştî vê komkujiyê min dest bi xebatên siyasî kir. Di ciwaniya xwe de destpêkê bûm sempatizanê Yekitiya Kedê.”

Maçîn bi bîr xist ku dema Darbeya 12’ê Îlonê ji doza Partiya Komunîst a Kurdistanê hatiye darezandin û piştî vê yekê bi dest rojnamegeriyê kiriye û di sala 1991’an de bûye nûnerê Kovara Newrozê yê Amedê. Maçîn di berdewamê de anî ziman ku di 2003’yan û şûn de bi çend hevalên xwe re Partiya Sosyalîst a Mezopotamyayê (MESOP) damezrandiye û paşê MOSEP’ê veguherandine OSP'ê.

Armanca tifaqê pêkanîna yekitiyê ye

Maçîn têkildarî armanca tifaqa wan a bi HDP’ê re jî axivî û û ev tişt anîn ziman: “Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar pêk tê û ji ber mudaxaleyên welatên derveyî herêmê, tê payîn ku dê ev şer hê bêtir gur bibe û li hin welatên din jî belav bibe. Li dijî vî şerî ji bo parastina kurdan wek partî me xwest bi HDP’ê re têkoşîneke hevpar ava bikin. Tifaqa me ya bi HDP’ê re ji bo vê armancê pêk hat.”

Maçîn her wiha bal kişand ser yekitiya neteweyî ku bi salan e di nav hêz û partiyên siyasî yên kurd de pêk nayê û wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoya şerê ku li Rojhilata Navîn pêk tê de ferz e ku kurd yekitiya xwe ava bikin û destkeftiyên xwe mezin bikin. Ji ber vê yekê em bi awayekî taktîkî nêzî parlamenteriyê dibin. Em bi rêya parlamenteriyê dikarin têkoşîna xwe mezin bikin û xwe zûtir bigihînin armancên xwe.”

Albuma Nûçeyê