JIN

Armanc birêxistinkirina hemû jinan e

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 22’yê tîrmeha 2018’an de yekemîn kongreya xwe ya damezirîner li navçeya Rimêlan a girêdayî kantona Cizîrê bi dirûşma ‘Azadiya jinan mîsogeriya civaka exlaqî û polîtîk e’ li dar xist. Piştî kongreyê Meclisa Jinan a PYD’ê hat avakirin.

Meclis ji 28 endaman wek nûnerên bajar û herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê û her wiha tevî endamên ji Ewropayê pêk tê. Her wiha piştî kongreyê, koordînasyona meclisê hat hilbijartin û ji 5-7 endaman pêk tê. Hemû endamên koordînasyonê bi awayekî jixweber endamên Meclisa Jinan in.

Di nav meclisê de 5 komîte hatin avakirin. Ev komîte bingehîn in û yekser têkiliya wan bi buroyên giştî yên partiyê re hene. Komîte ev in: Komîteya rêxistinê, perwerdekirinê, dîplomasî, malî û ragihandinê.

Meclisa Jinan a PYD’ê armanc dike ku xebatên pêşxistina jinan ên rêxistinî , îdeolojî, siyasî û civakî li Sûriyeyê li gorî rêgeza azadiya jinan û siyaseta demokratîk berdewam bike. Her wiha xurtkirina zanebûna jinan di maf û dozên jinan de û li hemberî hemû cureyên tundiyê li dijî jinan û zîhniyeta mêr ku di nav civakê de kok daye, bisekine û têkoşînê bimeşîne.

Têkildarî vê mijarê berdevka Meclisa Jinan a PYD’ê, Sîlvana Elî diyar kir ku ji bo yekgirtin û birêxistinkirina jinan di aliyê siyasî de dê bi hemû rêxistinên jinên Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn re di têkiliyan de bin û xebatan bimeşînin. QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê