CÎHAN

Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şandin

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

Nerazîbunên li dijî biryara darvekirina ciwanê kurd Ramîn Hisên Penahî her diçe mezin dibe. Amnesty International nameyekê ji 33 hezar îmzeyên ji aliyê welatiyên Norwêcî ve hatiye îmze kirin ji bo betalkirina cezayê Ramîn radestê rejîma Îranê kir.

 Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê kurd Ramîn Hisên Penahî ji hikûmeta Îranê re şand. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên Norwêcî tê de cih girt. Rêxistina Amnesty a Navnetewî ya Norwêcê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya li Ramîn hatiye birîn xebatên komkirina îmzeyan berdewam dike. Duh jî zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kir û xwestin cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin. Hêjayê gotinê ye ku beriya sê rojan parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nû ve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welêt ve hatiye red kirin. Herwiha birayê Ramîn Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû.

 Fikara darvekirina Penahî, piştî daxuyaniyên hikûmet û dadwerên Îranê zêde bûye. Metirsî heye ku Hikûmeta Îran Ramîn Hisên Penahî piştî cejnê bi awayekî bêdeng darve bike. OSLO

Albuma Nûçeyê