CÎHAN

Amnesty 33 hezar îmze ji bo Ramîn ji Îranê re şand

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN  

Rêxistina Amnesty International nameyek ji bo betalkirina biryara darvekirina ciwanê kurd Ramîn Hisên Penahî ji hikûmeta Îranê re şand. Di nameyê de îmzeya 33 hezar û 356 welatiyên norwêcî têde cih girt. Rêxistina Amnesty a Navnetewî ya Norwêcê ji bo betalkirina cezayê darvekirinê ya li Ramîn hatiye birrîn xebatên komkirina îmzeyan berdewam dike.

Duh jî zêdetirî 2 hezar welatiyên medenî û mafê mirovan nameyek îmze kirin û xwestin cezayê darvekirinê yê Ramîn bê betalkirin. Hêjayê gotinê ye ku beriya sê rojan parêzerê Ramîn, Hisên Ehmed Niyaz diyarkiribû ku daxwaza ji nûve destgirtina dosyaya Ramîn, ji aliyê Dîwana Bilind a Welat ve hatiye red kirin. Herwiha birayê Ramîn,, Ehmed Hisên Penahî jî vê agahiyê piştrast kiribû.

Fikara darvekirina Ramîn Hisên Penahî, piştî daxuyaniyên hikûmet û dadgehên Îranê zêde bûye. Metirsî heye ku hikûmeta Îranê Ramîn Hisên Penahî piştî cejnê bi awayekî bêdeng bi dar ve bike.

Albuma Nûçeyê