JIN

Amed careke din dê azadiyê biqîre

Dem : 20 Pûşper 2018 Çarşem

HDP li Qada Îstasyonê ya Amedê carek din malovaniya mîtîngek dîrokî bike. Mîtîng dê îro saet di 18.00’an pêk were. Jinên ku ji bo mîtîngê bi rojan xebat meşandin banga beşdariya mîtîngê kirin û gotin ku dê bi reng, deng û awazên xwe li qada mîtîngê bin û xwestin ku jin bi ruhê berxwedanê  biherikin qadê.

Namzeda HDP’ê ya Amedê Remziyê Tosun diyar kir ku dê gelê Amedê di mîtîngê de daxwaza dawîanîna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike û da zanîn ku divê Amed careke din azadiyê biqîre.

Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn got ku ew girîngiyê didin mîtînga li Amedê û diyar kir ku lazim e gel bi dengekî xurt bêje  em hene.

Aktîvîsta TJA’yê Ceylan Aslan da zanîn ku dê jin bi reng û tîlîliyên xwe û bi ruhê berxwedanê biherikin Qada Îstasyonê û wê jin li dijî rejîma yek zilamî hêrsa xwe qîr bikin.

Remziye Sizici jî destnîşan kir ki li dijî hemû pêkanînên li ser jinan û bê edaletiyê divê jin biherikin qada mîtîngê. AMED

Albuma Nûçeyê