CÎHAN

Alman baweriyê bi îstixbaratê naynin

Dem : 14 Îlon 2018 În

Li Almanyayê di demên dawî de ji ber xwepêşandanên rastgiran ên li bajarê Chemnîtz, hate diyarkirin ku baweriya gel a li hemberî saziya îstixbaratê ya BfV’ê pir kêm bûye.

Li bajarê Chemnîtzê rastgir û komên Neonazî yên ku fersend ji kuştina kesekî alman a ji aliyê du koçberan ve, gelek xwepêşandan lidar xistin. Piştguhkirina hinek êrîşên di xwepêşandan û cihên cuda yên li ser kesên biyanî ya ji aliyê Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Federal (BfV) û nerazîbûn li gotinên Serokê BfV’ê Hans-Georg MaaBen yên di vî warî de hatibû nîşandan.

Li aliyê din, di salên dawî de nebûna îstixbaratên baş ên di der barê lêpirsînên li ser komên neonaziyan û li gorî hinekan sîxurên BfV’ê yên di nav van koman de jî hene, derketibû holê ku çalakiyên van asteng nakin.

Li gorî lêkolîneke dawî ya saziya lêkolînê ya bi navê Cîvey, nêzîkatiya gelê alman a li hember BfV’ê di astateke xirab de ye. Li gorî vê yan rêjeya yan hinek bawerî didin rêxistina îstixbaratê yan jî ti baweriyê nadin ji sedî 58 e.

Ji sedî 24’ê almanan diyar kir ku bi temamî bawerî bi îstixbaratê tînin, ji sedî 18 jî di vî warî de fikrên wan nînin.

Gotinên Serokê BfV’ê Hans Georg MaaBen ê têkildarî bûyera Chemnîtz ê ku di rojnameya Bîldê de anî ziman, rê li ber nerazîbûnên gelek partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl vekiribû. MaaBen, tevî ku gelek dîmenên hatin parvekirin jî îdîa kiribû ku di xwepêşandanên li Chemnîtzê de agahiyên ku êrîş li ser koçberan hatiye kirin nîne. BERLÎN

Albuma Nûçeyê