CÎHAN

Alaya Rûsyayê du nota dan Ûkraynayê

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Grigoriy Karasinî got ku ji ber desteserkirina Gerînendeyê Giştî yê RÎA Novostiyê yê li Ûkraynayê, wan nota ji Kievê re şandine.

Karasinî ji çapemeniya rûsî re axivî û li ser pirsa ‘gelo we têkilîdarî bûyera desteserkirinan, ji Kievê re nota şandine yan na’ got ku wan du nota şandine.

Herwiha rayedarê rûsî diyar kir ku sedema şandina notayan ew e ku nîgeraniya rewşa heyî e.

Servîsa Ewlekariyê ya Ûkraynayê(SBU) bi zorê ketibû nivîsgeha RÎA Novostiyê ya ku di nav Rossiya Segodnyaya Sputnîk jî girêdayî wê ye de dixebite û lêgerîn di nivîsgehê de pêk anîbû. Vışinskiy jî hatibû desteserkirin. Berdevka Çapemeniyê ya SBUyê Yelena Gitlyanskayê îdîa kir ku hêzên ewlekariyê tesbît kirine ku saziyên çapemeniyê yên Rûsyayê şerekî enformasyona hîbrît li dijî Ûkraynayê dimeşînin. MOSKOV

Albuma Nûçeyê