NÛÇE

Aktîvîstên kurd Penahî, Zanyar û Luqman Mûradî hatin bidarvekirin!

Dem : 08 Îlon 2018 Şemî

NAVENDA NÛÇEYAN

Rejîma Îranê tevî hemû bertekên raya giştî ya navneteweyî jî aktivîstên kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî bidarve kirin. Têkildarî mijarê malbata Penahî li ser tora civakî peyamek weşand û agahî piştrast kir

Aktivîstên kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku li Îranê bi cezayê îdamê dihatin darizandin, îro hatin bidarvekirin. Têkildarî mijarê birayê Penahî li ser hesabê xwe yê tora civakî peyamek parve kir û da zanîn ku Penahî hatiye bidarvekirin. Der barê mijarê de parêzerê Penahî Huseyîn Ahmedî Niyaz jî bi Arti Gerçekê re axivî û ev agahî piştrast kir.

Malbat û parêzerên Penahî ev demeke dirêj bû ku ji Penahî tu agahî wernedigirt. Herî dawî jî di 4’ê îlonê de parêzerên Penahî ji bo ku der barê Penahî de agahiyekê werbigirin, serî li rayedarên dewletê dabû û malbata wî jî li ber girtîgehê çalakî dabû destpêkirin. Li ser israra malbat û parêzerên Penahî, rayedarên girtîgehê destûra hevdîtina malbatê ya bi Penahî re dabû. Di hevdîtinê de jî Penahî ji malbata xwe re gotibû ku ev nêzî 2 meh e di greva birçîbûnê de ye. Malbatê destnîşan dikir ku rewşa Penahî ya tenduristiyê pir xerab bûbû.

Peyama Penahî

Di dema hevdîtinê de Penahî ji malbata xwe re gotibû rayedarên girtîgehê jê dixwazin ku çalakiya xwe bi dawî bike û piştre jî bi dar ve bikin. Penahî anî bû ziman ku ew di çalakiya xwe de bi israr e. Di dîmenekî beriya hevdîtina bi malbatê re de jî Penahî peyam şandibû û wiha di got: “Silav û rêz. Ez Ramîn Hisên Penahî. Li Girtîgeha Recaîşahr  têm girtin. Ez spasiyên xwe pêşkeşî gelê xwe û kesên piştgiriyê didin min, dikim. Ez weke aktîvistekî sivîl, azadiya Kurdistanê dixwazim. Ji bo piştevaniya gelên Kurdistan û Îranê, gelek spas dikim. Ev piştevanî min kêfxweş dike. Hemû îdiayên der barê min de tên kirin, ez red dikim. Ez terorîst nînim. Ez aktîvîstekî sivîl im. Ez ji bo azadiya gelên Kurdistan û Îranê têdikoşim. Çavê herkesî radimûsim.”

Çawa hatibû girtin?

Ramîn Hisên Penahî di 23’yê hezîrana 2017’an de di kemîneke Mihafizên Şoreşê yên rejîma Îranê de bi birîndarî hatibû girtin. Penahî ku ji êrîşê bi saxî filitîbû, ne bi çek bû. Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Hisên Penahî jî di heman kêmînê de hatibûn înfazkirin. Aktîvîst Penahî (24) bi îdiaya endamê rêxistina Komalayê ye cezayê darvekirinê lê hatibû birîn û ev ceza ji hêla Dadgeha Bilind ve di meha nîsanê de hatibû pejirandin.

Zanyar û Luqman jî hatin bidarvekirin

Dihat îdiakirin ku aktîvîstên kurd Zanyar Mûradî (Kurê Îqbal Mûradî ku endamê Komelaya Mafên Mirovan bû û li Pêncwên a Silêmaniyê hatibû qetilkirin) û Luqman Mûradî jî li gel Penahî hatine bidarvekirin. Têkildarî mijarê Ajansa Nûçeyan a Farsê jî nûçeyek parve kir û ev agahî piştrast kir.

Albuma Nûçeyê