POLÎTÎKA

AKP’ê mizgeft kirin ‘buroyên hilbijartinê’

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Li navçeya Tetwana Bedlîsê, AKP’ê mizgef kirine buroyên hilbijartinê û di bin navê ‘aohbetê’ de civînên gel pêk tînin û dengan dixwazin. Kampanyayên partiyan ên ji bo hilbijartinan ên partiyan berdewam dikin. Li navçeya Tetwana Bedlîsê, AKP’iyan mizgef veguherandine qadên siyasetê. Rêveber û namzedên AKP’ê berî hilbijartinê, mizgef veguherandine buroyên hilbijartinê û di mizgeftan de tim dibin navê ‘sohbetê’  civînên gel organîze dikin û bêfikar vê yekê parve dikin. Serokê Şaredariya AKP’ê yê Tatwanê Fettah Aksoy, di parvekirinê xwe yên medaya civakî de vê rewşê radixe ber çavan. 

Di parvekirinên Aksoy de wêneyên civînên hilbijartinê yên dibin navê ‘sohbet’ de li mizgeftan pêk hatine, hatin parvekirin. Yek ji parvekirinên hatine kirin wiha ye: “Îşev em ji bo nimêja terawîhan li Mizgefta Bahçelîevler bûn. Piştî nimêjê, weke şaredariyê me loqim li welatiyên xwe belav kirin. Dûr me bi welatiyên Taxa Bahçelîevlerê re sohbetek samîmî pêk anî. Me pirsgirêkên welatiyên taxê guhdar kirin. Vakît Bîtlîs Vaktî.”

Welatiyên ji vê rewşê acizbûne û ji ber ewlekariyê nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku AKP’î li mizgeftan her şevê ol îstîmar dikin û gotin: “Piştî nimêjê, bi awayekê pir eşkere civînên propagandeya hilbijartinê pêk tînin û ji dengdêran dengan dixwazin.” BÊDLÎS

Albuma Nûçeyê