NÛÇE

AKP’ê lez da binçavkirinên hilbijartinê

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Bi nêzbûna hilbijartinên serokkamarî û yên giştî re, hikumeta AKP’ê jî lez da operasyonên xwe yên siyasî. Di çarçoveya operasyonên hilbijartinê de li navçeya Artuklu ya Mêrdînê polîsên dewleta tirk bi ser gelek malan de girt.

Li gorî agahiyan, di serê sibehê de hêzên polîsan li Artukluyê bi ser gelek malên HDP’iyan de girt. Di encama serdegirtina malan de hevseroka HDP’ê ya Artukluyê Hamîce Coltu û peywirdarên sindoqên hilbijartina 24’ê Hezîranê Erkan Acar, Şeyhmus Keleş û Murat Yildirim hatin binçavkirin.

Hat zanîn ku her 4 jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hatine binçavkirin. Hat zanîn ku Coltu, Keleş û Yildirim niha li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tên ragirtin. MÊRDÎN

Albuma Nûçeyê