NÛÇE

AKP’ê demsal tevlihev kirin!

Dem : 03 Pûşper 2018 Yekşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta AKP’ê ku her sal di destpêka zivistanê de komir belav dikir îsal demsal tevlihevkirin û li şûna di zivistanê de komirê belavbike di destpêka havînê de li Amedê dest bi belavkirina komirê kir. Weqfa Civakî û Piştevaniyê ya Amedê bi gelek kamyonetan li kolanên Sûrê dest bi belavkirina komirê kir.

Esnaf û welatiyên Sûrê ku komir ji bo wan hat belavkirin li hemberî vê rewşê matmayî man û diyar kirin ku ligel ew komirê naxwazin jî yekser li ber deriyê wan tên belavkirin.

Gel di ferqa lîstikê de ye

Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin di zivistana derbasbûyî de komir niha belavkirin. Esnaf û welatiyan diyar kirin ku ew difikirin ku bi fermana hikûmeta AKP’ê wekî bertîl ji bo hilbijartina 24’ê hezîranê komir hatibe belavkirin.

Albuma Nûçeyê