NÛÇE

AKP’ê 5 kesên din binçav kirin

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Bi nêzikbûna hilbijartina 24’ê Hezîranê re zexta hikumeta AKP’ê ya li ser hêzên muxalîf jî zêdetir bû. Di vê çarçoveyê de li Kocaeliyê, 5 kes bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî, hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, hêzên polîsan ên dewleta tirk di vê danê sibehê de bi hinceta parvekirinên li ser tora civakî, avêtin ser gelek malên navçeya Darica ya Kocaeliyê. Di encama serdegirtinan de endamên HDP'ê ya Daricayê Serhat Aydin, Gencer Ertûger û rêveberê DBP'ê Tûncer Merîç hatin binçavkirin. Hat zanîn ku her sê kesên hatin binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Kaşkaleyê tên ragirtin. Bi heman hincetê li navçeya Gebzeyê jî 2 kes ku navên wan nehat zanîn, hatin binçavkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hikumeta AKP’ê di çarçoveya zextên li ser muxalîfan de bi dehan endamên partiyên cuda binçav kirine û girtine. KOCAELÎ

Albuma Nûçeyê