POLÎTÎKA

AKP-MHP li Rihayê bi agir dilîze!

Dem : 14 Îlon 2018 În

Parlamenterê HDP’ê Nîmetûllah Erdogmuş got ku dewlet li Rihayê ji bo ku gel bîne hemberî hev û li hemberî hev bide şer kirin, di nava planên qirêjî de ye. Erdogmus got ku bi taybet jî ev plan li ser Pirsûs û Serêkaniyê tê meşandin û wiha axivî: “Hem li Pirsûsê û hem jî li Serêkaniyê bi vekirî çekan didin destê mirovan. Gelek amadekarî tên kirin ku haya me jê nîne.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmuş têkildarî polîtîkaya hikûmeta AKP’ê ya li ser Rihayê ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) bi Denîz Îke re axivî. Erdogmuş anî ziman ku hikûmeta AKP’ê li hemberî Rihayê polîtîkayake metirsîdar dimeşîne.

Nîmetûllah Erdogmuş anî ziman ku bûyerên li Rihayê diqewimin cihê xemgîniyê ne û wiha domand: “Bi vekirî dibêjim, dewlet li vir amadekariyên wisa dike ku gel bîne hemberî hev. Pirsûs û Serêkaniyê ji bo vê hatine hilbijartin. Dema mirov diçe Pirsûsê dibîne ku gel bê bawere û di nava metirsiyê de ne. Plana dewletê li vir bi aşkerayî tê kirin. Dewlet polîtîkayên ku kurd û ereban li Serêkaniyê bihev bide şerkirin, dimeşîne. Ji rêveberiyên herêmî heta îdareya mulkî, rêveberiyeke gelekî cuda li Serêkaniyê heye. Mîna ku mirov li aliyê din ê sînor bin. Şênî bi çavên dijminane li hev dinêrin. Ev dijminatî jî roj bi roj mezin dibe. Li temamiya Rihayê rewşeke metirsîdar e.”

‘Dixwazin aloziya li Sûriyeyê derbasî vê hêlê bikin’

Erdogmuş destnîşan kir ku Hecî Esved Şenyaşar û du kurên wî li Pirsûsê bi hovane hatin qetilkirin û wiha pê de çû: “Ev hovîtiye di raporên tipa edlî de jî diyar bû. Lê kesek nehat girtin. Li gorî hemû delîlan bav û kur li nexweşxaneyê hatine înfazkirin. Lê der barê mijarê de hewldaneke hiqûqî nîne. Berevajî vê, endamê malbata Şenyaşar hatiye girtin. Dixwazin aloziya li aliyê din ê sînor derbasî vê hêlê bikin.”

Planên veşarî li ser bajar tên meşandin

Di berdewamê de jî Erdogmus diyar kir ku Riha bi hezaran salane malovaniya pêkhateyên kurd, ereb, tirkmen û pêkhateyên din dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo vê bajarekî mînak e. Tevî vê 500 hezar sûriyeyî jî li Rihayê hatin bicihkirin. Di hilbijartinan de jî aşkera bû ku ji van kesan mafê hemwelatiyê dane 10 hezar kesan. Di hilbijartinan de jî ev kes hatin bikaranîn. Di navbera kurd û ereban de bêbawerî heye. Ev yek dikare rê li ber aloziyên mezin veke. Em ji rewşa heyî bi fikarin. Hem li Pirsûsê û hem jî li Serêkaniyê bi vekirî çekan didin destê mirovan. Gelek amadekarî tên kirin ku em haya me jê nîne.” RIHA

Albuma Nûçeyê