POLÎTÎKA

AKP ji ber têkçûna xwe êrîşan dike

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di mîtîngên Dîlok û Îskenderûnê yên Hatayê de axivî û anî ziman ku AKP û serokê wî ji Demîrtaş ditirsin û wiha got: “Loma mijara darvekirinê tînin rojevê. Recep beg dibêje ‘Em ê Demîrtaş bidarve bikin’ ev yek ne hedê te ye.” Her wiha namzedê Hatayê Bariş Atay jî got ku demek kin ma ku dawî li zîhniyeta qirêj bînin

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li Dîlokê mîtîng li dar xist. Bûldan û namzedên HDP’ê yên Dîlokê ji aliyê gel ve bi coş mezin hatin pêşwazîkirin. Ewil namzedên Dîlokê yek bi yek derketin ser otobusê û gel silav kirin. Piştre Bûldan derket ser dike û xîtabî gel kir.

Bûldan di axaftina xwe de bersiv da gefên Erdogan yên ‘darvekirinê’ û banga xwedîderketin û çûyina ser sindoqan li gel kir. Bûldan diyar kir ku hêviya gelê Tirkiyeyê dê di 24’ê hezîranê de serkeftinê bi xwe re bîne.

Ji Demîrtaş ditirsin

Bûldan bal kişand ser gotinê Erdogan ku di her mîtînga xwe de dibêje ‘berpirsyarê kuştina welatiyên di bûyerên Kobanê de Demîrtaş e’ û got ku ji ber planên Erdogan a Kobanê têkneçûne, li qadan wan sûcdar dike.

Bûldan destnîşan kir ku AKP bi binçakirin, mirin û girtîgehan dixwaze gel bitirsîne û da zanîn ku ev bi van tiştan natirsin berovajî hin zêdetir dibin. ‘Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê te ye’

Bûldan anî ziman ku AKP û serokê wî ji Demîrtaş ditirsin loma mijara darvekirinê tînin rojevê û wiha domand: “Recep Beg dibêje ‘Em ê Demîrtaş bidarve bikin.’ Bidarvekirina Demîrtaş ne hedê te ye. Dê gelên Tirkiyeyê di 24’ê hezîranê de destûr nede darvekirinan.”

Her wiha Bûldan diyar kir ku tifaqa AKP-MHP’ê dixwazin wan di bin bendê de bihêlin û wiha bi dawî kir: “Lê bila kes neyê lîstokên wan. Em xwedî li sindoq û dengên xwe derkevin. Heke hûn xwedî derkevin, nikarin dengan bidizin û em ê serkeftinek mezin pêk bînin.”

‘Serê wan tevlihev bûye’

Bûldan piştî mitînga li Dîlokê berê xwe da navçeya Îskenderûnê ya Hatayê û mîtîng li dar xist. Bûldan di mîtîngê de diyar kir ku serokê AKP’ê Erdogan li her derê dîrok û cihan tevlihev dike û wiha axivî: “Serê wî tevlihev bûye. Her şev di xewna xwe de Demîrtaş û Girtîgeha Edîrneyê dibîne û tê aqilê wî. Ew Demîrtaşê tu wî wek sûcdar nîşan didî, temînata aştî û demorkasiyê û azadiyê ye.Wa rêya vebûye Recep Beg tu diçî. Oxir be ji te re.”

‘Pihînek li wan bidin û bişînin’

Namzedê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî ev tişt vegot: “Silav ji têkoşîn, sekn û berxwedan we re. 12 roj man ku em dawî li vê zilmê bînin. Ev der bajarekî kedkar û çandiniyê ye. Lê bi polîtîkayên xwe yên şaş çandinî xelas kirin û gel birçî dihêlin. Di 24’ê hezîranê de dengek ji HDP’ê û dengek ji Demîrtaş re mohr bikin. Em ê di 24’ê hezîranê de pihînek li wan bidin û bişînin.” DÎLOK - HATAY

Albuma Nûçeyê