POLÎTÎKA

AKP demografyaya Rihayê diguherîne

Dem : 21 Pûşper 2018 Pêncşem

Kadrî ESEN / RIHA

Desthilata AKP’ê ku piştî bidawîkirina pêvajoya çareseriya demokratîk kurdan ji xwe re kir neyar, niha hemû polîtîkayên xwe li ser dijberî û veguhastina demografiya kurdan dimeşîne. Ji bo van polîtîkayên xwe pêk bîne armanc dike ku tevahiya Kurdistanê dagir bike û demografiya bajarên wê veguherîne. Di vê çarçoveyê de heta niha tevahiya Efrînê û beşek jî başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dest bi veguherandina demografiya van herêman kiriye.

Derket holê ku AKP politikaya veguherandina demografiya kurdan li bakurê Kurdistanê jî kiriye dewrê û wek pîlot jî bajarê Rihayê hilbijartî ye. Têkildarî mijarê 2 xebatkarên komeleyên navneteweyî yên ku li Rihayê ji bo penaberan xizmet didin, ji rojnemeya me e-rojnameyê re axivîn û agahiyên balkêş bi me re parve kirin. Li gorî agahiyên ku xebatkaran da AKP bi armanca ku penaberên ereb bikişîne Rihayê destpêkê bê pere derman li wan belav kiriye.

Çerxa pişaftinê dişixule

Xebatkaran destnîşan kir ku li gorî agahiyên li ber deste wan AKP’ê heta niha li Rihayê 435 hezar penaberên ereb bi cih kiriye û ji berevkê ve wan dike welatiyên Tirkiyeyê. Penaber bi taybetî li navçeyên mîna Herran, Kaniya Xezalan, Serêkaniyê, Pirsûs, Wêranşar, Eyûbîye û Xelîliyê tên bicihkirin. Her wiha çerxa pişaftinê jî li hemberî zarokên penaberan kirine dewrê û berovajiyê salên destpêkê niha zarokên ereb bi zimanê tirkî perwerde dikin.

Ji bo hilbijartinê sûde ji wan digire

Ji bo kesên ku dibin welatiyên Tirkiyeyê karibin di hilbijartinan de denge xwe bi kar bînin, divê herî kêm salek bi ser welatîbûna wan re derbas bibe. Li gorî agahiyên xebatkaran AKP ev prosedur jî bin pê kiriye û mafê deng bi kar anînê daye gelek penaberan. Xebatkaran got ku gelek penaberên tên komeleyên wan, li gel ku beriya mehekê bûne waletiyên Tirkiyeyê, mafê deng bi kar anînê girtine û numareya sindoqên wan ji aliye YSK’ê ve hatine aşkerakirin.

Durûtiya li hemberî kurdan

Dema mirov diçe suka Rihayê ev yek bi çavên xwe dibine. Li hin kollanên Rihayê ji tabelayên bi tirkî zêdetir tabeleyên bi erebî hene. Durûtiya AKP’ê ya li hemberî kurdan bi zimanê van tabelayan careke din xwe dide der. Li gel ku ji 2015’an ve gelek sazî û dezgehên ku bi zimanê kurdî xizmetê didan hatine girtin û tabelayên wan ên bi zimanê kurdî hatine daxistin jî tabelayên bi zimanê erebî li Rihayê bê pirsgirêk hatine daliqandin.

Albuma Nûçeyê