CÎHAN

Ajokarên Îranê; heqdestiya me mafê me ye

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Greva ajokarên Îranê ya derbarê kêmbûna buhayê kirya wan ket roja 5’a , di encamê de li benzînxaneyên Tehran û bajarên din jî alozî derketiye.

Ajokarên qemyonan li Îranê gireva ji ber kêmbûna nirxê karê wan ku dabûn desptêkirin, didomînin. Gireva ajokaran ket roja 5’a û ajokarên otobîsan jî tev li girevê bûn. Di dema girevê de dikandaran jî li gelek sûkan dikanên xwe girtin. Ev çalakî ji ber rewşa jiyanî ya dijwar pêk hatiye.

Ji ber gireva ajokarên qemyonan aloziya sotemenî jî pêk hatiye. Li Tehran û gelek bajarên din ên Îranê ev alozî dijwar bûne. Ajokaran qebûl nekirin ku benzînê bibin kazxaneyan.

Hêzên Ewlekariyê hewl dan ku zorê li ajokaran bikin ku dawî li çalakiya xwe ku ji roja sêşemê ve didome, bînin.QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê