ÇAND Û HUNER

Ahenga hezkirin û kêfxweşiyê: Def

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Mamosteyê defê(erbane) Sami Hosseini yê îranî dibêje ku def ji bo hin gelan pîroz e û ahenga hezkirin, aştî, serhildan û kêfxweşiyê tîne bîra mirov.

Dîroka defê pir kevn e û bi pêçiyên destan tê lêxistin. Amûreke muzîkê ye ku ji çermê ku li dora xeleka ku ji textî tê çêkirin ve tê pêvekirin. Dîroka defê diçe heta gelên wekî Sumer û Hîtîtê ku li Mezopotamayayê jiyan e û di heman demê de li Misir, Fenîke, Hindistanê, Asyaya Bakur û li Parzemîna Amerkayê jî di merasim û rojên pîrozbahiyan de wekî enstrumaneke muzîkê hetiye bikaranîn. Evliya Çelebî jî di geştên xwe de pir behsa vê amûrê kiriye.

Mamoste Sami Hosseini yê îranî ku bi hunera xwe di nav hunermendên defê de cihekî girîng digire, behsa dîroka defê kir û girîngî û wateya wê ya ji bo gelan gelan anî ziman.

Hosseini diyar kir ku bi gelemperî gelên Rojhilata Navîn defê bikar tînin û bi taybetî di rojên kêfxweşî û xemgîn de tê bikaranîn û wiha got: “Dibe ku beriya şaristaniya Sumeran jî hatibe çêkirin. Bi demê re guherî be jî ehenga xwe wenda nekiriye. Tevî ku di wan deman de nota û qeydkirin tune bûye jî heta roja me ya îro jî hatiye.”

 Hosseini dibêje ku def bi taybetî bi jinan sembolîze bûye û bi ahenga xwe ahenga hezkirin, aştî, serhildan û di heman demê de coşê tîne bîra mirov.

‘Watedayîn girîng e

Hosseini anî ziman ku erbane peyvek erebî û kurdî ye û ev tişt anî ziman: “Em hunermend di warê akademiyê de bikaranîna erbaneyê rast nabînin. Ev nav navekî nû ye. Navê wê yê rastîn ‘def’ e ku peyveke îbranî ye. Def tê wateya dengê ku ji lêdan wê dertê û ji ber vê jî def hatiye gotin. Erbane jî têgehek nûtir e. Ya girîng jî ew e ku çi wate tê lêkirin; ji ber vê jî ez dibêjim; serhildan e, hest e, coş e...”

Hosseini got defa ku niha ji ixlamûr, çinar, selwiyê tê çêkirin ku çargoşe bû bi demê re gilover bûye û wiha domand: “Berê ji ber teknolojîya îro tunebû bi çermên sewalan dihate çêkirin. Ji çermê bizin, mih, hêştir û ji yên xezalan dihate çêkirin. Di hundirê defê de nêzî 240 helqe hene.”

‘Def pîroz e

Hosseini li ser girîngiya defê ya ji bo kurdan sekinî û got ku def bûye perçeyekî jiyana kurdan. Hosseini got ku ji ber frekansa defê zêde ye mirov pir pê bandor dibe û motîvasyonê zêde dike û ev tişt anî ziman: “Li Îranê berî ku li defê bê lêdan dest tê şûştin û dia tê kirin û piştre lê tê dayîn. Dikarin bêjin ku ev enstruman pîroz e.”

Sami Hosseini kî ye?

 Sami Hosseini di 1986’an li Îranê hetiye dinê û di 11 saliya xwe de hînî lêxistina defê dibe. Ji mamosteyên defê 5 salan perwerde dibîne û 8 sal e ku perwerdeya defê dide û niha li Tirkiyeyê dijî. EDENE - MA

Albuma Nûçeyê