NÛÇE

‘Agirê Sêwasê ev 25 sal e dişewitîn e’

Dem : 02 Tîrmeh 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Komkujiya 2’yê Tîrmehê ji hêla gelek derdorên cuda ve hat şermezarkirin. HDP’ê, DÎSK’ê û serokê giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş jî bi daxuyaniyên cuda qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku agirê li Sêwasê ev çaryeka sedsalê ye nehatiye vemirandin

Ji bo bîranîna komkujiya Sêwasê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, hevserokê giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û DÎSK'ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de kesên di ku di komkujiya Sêwasê de hatine qetilkirin, bi bîr anîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya 2’yê Tîrmeha 1993’yan a Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HDP’ê ragihand ku 25 sal berê rewşenbîr û hunermendên ku çûbûn şahiya Pîr Sûltan Abdal a li otêla Madimakê hatin qetilkirin. HDP’ê diyar kir ku gelek sal li ser vê komkujiyê derbas bûn lê hîn jî birîn nehatine pêçandin û wiha domand: “Êrîşkar ji aliyê saziyên dewletê ve hatin parastin. Dewletê komkujiya 2’yê Tîrmehê temaşe kir û nehişt ku pêvajoya darizandinê bi adilane bi encam bibe.”

‘Komkujî dê neyê jibîrkirin’

HDP’ê diyar kir ku civaka elewî ji ber ku xwedî li çand û nasnameya xwe derket, her tim rastî êrîşan hatiye û ev tişt parve kirin: “Ev komkujî dê tu caran neyê jibîrkirin. Di vê komkujiyê de sûcên nefretê û cihêkaryê bi awayê herî hovane tê kirin. Feraseta ku komkujiya Sêwasê kir û ya niha wek hev e. Em careke din cangoriyên komkujiya Sêwasê bi bîr tînin û girîngiya têkoşîna hevpar a ji bo hesabpirsîna van komkujiyan destnîşan dikin.”

Demîrtaş: Tu pêngav nehatine avêtin

Selahattîn Demîrtaş jî di serî de hemû qurbaniyên komkujiyê bi bîr anîn û ev peyam parve kir: “Birînên 2’yê Tîrmehê hîn nehatine dermankirin ji ber ku di nav 25 salên derbasbûyî de tu merhem nehatin bikaranîn. Ev êş e ev 25 sal e bênavber didome ji ber ku ji bo sivikkirina vê êşê tenê pêngavek jî nehat avêtin. Di demeke ku faşîzm tê sazkirin de em jî baş dizanin ku ji bo hesabpirsînê tenê pêngavek jî nehatiye avêtin. Lê ji bo edalet, wekhevî û azadiyê em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê parastina maf û hiqûqa hemû beşên civakê bidomînin.”

Girseyên dehhezaran mîsogeriya daraza adilane ye

Demîrtaş anî ziman ku dehhezarên kesên ku tevî gelek astengkirin û zextan jî di her 2’yê Tîrmehan de li Sêwasê kom dibin, mîsoger dike ku kiryarên vê komkujiyê dê rojekê bi adîlane bên darizandin û wiha bi dawî kir: “Ez hemû malbatên şehîdên 2’yê Tîrmehê û hemû dostên bi malbatan re piştevaniyê dikin, silav dikim.”

Qurbanî bi bîr anîn

Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglu jî bi boneya bîranîna salvegera komkujiyê peyamek nivîskî weşand û ev tişt anîn ziman: “Agirê li Sêwasê ev çaryeka sedsalê ye ku nehatiye vemirandin. Em cangoriyên xwe yên li Sêwasê carek din bi bîr tînin."

Albuma Nûçeyê