ÇAND Û HUNER

Afirînerên hunerê jin in

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Gulistan AZAK / ÇEWLIG – JINNEWS

Li Taxa Karşiyaka ya Çewlîgê li Kolana Cumhuriyetê kursa ‘Kundirê Avê’ hatiye vekirin û bi vê qursê jî îstîhdama jinan tê armanckirin. Kurs di heman demê de aliyên jîr ên jinan jî derdixîne holê. Ji roja hatiye avakirin heta niha rastî eleqeyek mezin a jinan tê. Jinên kundirê avê yên li baxçeyên xwe digihînin tînin qursê û pê avîze û alavên xemlê yên cur bi cur çêdikin.

 Jina bi navê Umran Gunana Aytaş diyar kir ku li Çewlîgê ji ber muhafazakariyê jin sosyal nabin û wiha got: “Li Çewlîgê faaliyetên çandî pir kêm in. Ji ber muhafazakariyê qursên wisa venabin. Divê jin bên van qursan û zextan bişkînin. Dema em nû dihatin qursê derdorê digot ‘Çi karê we li wir heye, cihê jinê mala wê ye’. Tevî hemû rexneyan bersiva me heye. Divê ev zext bi dawî bibin.”

 Ozlem Yîgît jî bal kişand ser pirsgirêkên aborî û bi lêv kir ku ji ber çewlîgî eleqeyê nîşanî hunerê nadin, şert û mercên aborî yên qursan jî qels in. Ozlem Yîgît diyar kir ku ew kundirê xwe li baxçeyên mala xwe digihînin û tînin vir dixemîlinin.

Divê jin bêjin ‘em dikarin’

Ela Erkan jî bi lêv kir ku ji bo jin xwe bi pêş bixin divê bên van qursan û bêjin em dikarin bikin. Ela Erkan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku afirînerê hunerê jin in û got ger ku jin bixwazin dikarin her cure zehmeti ji holê rabikin.

Albuma Nûçeyê