CÎHAN

Afganistan li benda bersivê ye

Dem : 18 Pûşper 2018 Duşem

Ji bo berdewamkirina agirbestê hikûmeta Afganistanê li benda bersiva tevgera Talîbanê ye. Tevî agirbestê jî roja şemiyê êrîşeke xwekuj li herêmê pêk hat û di encamê de 25 kes hatin kuştin.

Serokdewletê Afganistanê Eşref Xenî duh ragihand ku ew ji tevgera Talîbanê daxwaz dikin ku dema agirbestê dirêj bikin. Xenî da zanîn ku ew dixwazin dema agirbestê hinekî din dirêj bibe. Xenî di wê demê de tekez kir ku hêzên ewlekariyê wê li cihê xwe yê parastinê bimînin û daxwaz ji tevgera Talîbanê kir ku dema agirbestê bê dirêjkirin.

Serokdewletê Afganistanê diyar kir ku teqîna ku li rojhilatê Afganistanê rû da, tê de 25 kesan jiyana xwe ji dest da. Tê zanîn ku şahiya teqîn tê de çêbû, bi boneya agirbestê hatibû lidarxistin.Wekî ku tê payîn serokdewletê Afganistanê Xenî di hefteya borî de agirbest ji aliyê xwe ve hefteyekê ragihandibû. Lê Talîbanê agirbest 3 rojan ji bo cejna remezanê ragihandibû. KABİL

Albuma Nûçeyê