CÎHAN

‘Afganistan ji bo penaberan welatek ne ewle ye’

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Polîtîkaya tund a Fînlandiya û Swêdê ya li dijî penaberan hate şermezarkirin. Bi vê armancê duh li paytexta Fînlandiya Helsînkî û li bajarê Jonkopîng ê Swêdê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Beşa Fînlandiyayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ji bo vegerandina penaberên afganistanî şermezar bike, li paytext Helsînkiyê xwepêşandanek li dar xist.

Serokê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Frank Johansson li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku tu devera Afganistanê ewle nîne û xwest penaber li Afganistanê neyên vegerandin. Johansson bi bîr xist ku di encama kampanyaya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de ji bo rawestandina dersînorkirina penaberan wan 18 hezar îmze kom kirine û radestî Wezîrê Karên Hundir Kaî Mykkanen kirine.

Penaberekî ji Afganistanê Mohammed Javîd jî diyar kir ku penaberên li benda biryara buroya koçberan ne, di nav tirs û fikarê de ne û got, “Em ji Wezîrê Karên Hundir dixwazin ku statîstîkên xwe yên li ser Afganistanê bi baldarî ji nû ve binirxîne û li ser jiyana me bi qumarê nelîze. Em ji zext, îşkence û mirinê reviyane. Em naxwazin bibin qurbanê polîtîkaya Yekîtiya Ewropayê ya li dijî koçberan.”

Konseya Neteweyî ya Komên Penaber (FARR) jî daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku Afganistan welatekî ewle nîne û xwest dersînorkirina penaberan bê rawestandin. STOCKHOLM

Albuma Nûçeyê