POLÎTÎKA

5 meh ceza li Tuncel birîn

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Danişîna doza Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye li 11’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Buyukçekemeceyê hat dîtin. Der barê Tuncel bi boneya di 2012’an de piştevanî daye meşa ji bo greva birçîbûnê ya girtiyan bi sûcdariya “Li dijî qanûna xwepêşandana meşan a hejmara 2911’an muxalefet kiriye” doz hatibû vekirin. Tuncel bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û parêzerên wê amade bûn.

 Tuncel parastinek kin kir û wiha got: “Ji bo ez dengê mirovên li wir ragihînim tev li meşê bûm û meşeke demokratîk bû.” Tuncel û parêzerê xwe daxwaza beratê kirin. Piştre dadgehê biryara xwe aşkere kir û bi sûcdariya “Li dijî qanûna xwepêşandana meşan a hejmara 2911’an muxalefet kiriye” 6 meh ceza li Tuncel birî. Dadger mehek ji ceza daxist û 5 meh ceza da Tuncel. Dadgehê hikum kir ku cihê taloqkirina ceza tune ye. STENBOL- MA

Albuma Nûçeyê