JIN

38 roj in di greva birçîbûnê de ye

Dem : 12 Kewçer 2018 În

Girtiya bi navê Meral Donmez ji bo sewqkirina girtîgeheke din ev 38 roj in di greva birçîbûnê de ye. Têkildarî rewşa Donmez dayika wê Sose Donmez da zanîn ku keça wê roj bi roj dihele û niha daketiye 34 kîloyan. Dayikê xwest demildest daxwaza keça wê bi cih were

Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj zêde dibin û binpêkirinên di dema sirgûnan de jî didomin. Meral Donmez a ku di nîsana 2014’an de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin rastî 11 sal û 5 meh ceza hat. Donmez ji bo sewqî girtîgeheke nêzî malbata xwe bibe ev 38 roj e di greva birçîbûnê de ye û niha daketiye 34 kîloyan.

Der barê rewşa Meral Donmez de dayika wê Sose Donmez da zanîn ku divê demildest grev bi dawî bibe û daxwaza keça wê bi cih bê.

Dayik Donmez anî ziman ji ber ku kapsula gazê li serê keça wê ketibû, travmaya mejî jiyaye û çawa ji nexweşxaneyê hatiye derxistin hatiye sirgûnkirin û wiha domand: “Ji ber kapsula li serê wê ket ‘rapora demek dirêj nikar rêwitiyê bike wergirt’. Tevî vê ew şandin Girtîgeha Tarsusê. Ji ber ku keça min nikare hewcedariyên xwe bîne cih, dixwaze biçe girtîgeheke ku hevalên wê lê ne. Lê sewq wê nakin. Ji ber vê ji 3’yê îlonê heta niha di greva birçîbûnê de ye.”

Di axaftina xwe de dayik destnîşan kir ku di milê wê de reşbûn hene û nikare lingê xwe yê rastê bide erdê û wiha domand: “Gardiyanan keça min derb kiriye. Di vê navberê de pir tund li erdê dikeve. Lingê wê diçerixe. Dema bi milê wê digirin kaş dikin jî milê wê reş dibe. Niha nikare milên xwe bi kar bîne. Nikare hewcedariyên xwe bîne cih.”

Her wiha dayik axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Keça min roj bi roj kîlo winda dike. Em dixwazin keça min demildest bişînin girtîgeheke din.” ENQERE

Albuma Nûçeyê