CÎHAN

3 welatan banga rawestandina şer kir

Dem : 01 Tîrmeh 2018 Yekşem

Bi salan e şerekî dijwar li rojhilatê Sûdana Rêk Meşar pêk tê. Li gel ku biryara aştiyê hatibû dayîn jî lê şer hîn didome û gel tê qetilkirin. Têkildarî şer Amerîka, Brîtanya û Norwecê bang kir ku li Sûdanê şer û îşkenceya ku li hemberî sivîlan tê kirin, were rawestandin

Li rojhilatê Sûdanê roja çarşemê ji bo ku şerê navxweyî were rawestandin peymana aştiyê pêk hat. Lihevkirin piştî du rojan di navbera serok Selfa Kêr û cîgirê serokê berê yê rojhilatê Sûdana Rêk Meşar de pêk hat.

Amerîka, Brîtanya û Norwecê bi daxuyaniyekê da zanîn ku divê koçberên rojhilatê Sûdanê vegerin warên xwe û alîkariyên mirovî ji wan re werin pêşkêşkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê rewşa ewlekariyê li welat baş bibe û îşkenceya ku li sivîlan tê kirin, were sekinandin.

Lihevkirina aştiyê dibe ku ji aliyê pêkanînê û sînorên desthilatdariyan ve alîkarî pêk were û hilbijartinên azad werin kirin û bal kişand ser astengiyên ku li hemberî pêvajoya aştiyê derkevin.

Her wiha şerê navxweyî li rojhilatê Sûdanê di sala 2013`an de pêk hat. Piştî ku dewleta Sûdanê beriya du salan serxwebûna xwe ragihand.

Bila aştî were parastin

Rêk Meşar yê damezirînerê Tevgera Gelêrç ji bo Rizgarkirina Sûdanê (SPLM) ku hêza li dijî hikûmeta Xertûmê jî pêk dianî û fermandarekî sereke bû di aliyê çekdarî de.

Tê zanîn ku Meşar heta ku dewleta Rojhilatê Sûdanê di sala 2011`an de hate damezirandin li ser karê xwe ma. Pîştî ku serok Selfa Kêr Miyardît guhertinan di nav wezaretan de pêk anîn Meşar ji kar hate derxistin . WASHINGTON

Albuma Nûçeyê