NÛÇE

240 şervan tev li Bagera Cizîrê bûn

Dem : 12 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Serhed Hesekê ku 240 endam ji bajarên Dêrazor, Hesekê û Kobanê tev li bûbûn, bi dawî kir. Perwerdeya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 15 rojan berdewam kir û di perwerdeyê de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî dîtin.

Perwerde bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin, piştre merasîma leşkerî hate lidarxistin û fermandar Ciwan Genterî axivî û keda kesên ku li ser perwerdeyê disekinin pîroz kir. Genterî bidawîkirina perwerdeyê li şervanan pîroz kir û tekez kir ku heta Sûriye ji çeteyan paqij bibe dê şerê wan bidome.

Di dawiyê de şervanên ku tev li perwerdeyê bûn, soz dan û xwe amade kirin da ku berê xwe bidin Dêrazorê. GIRÊ SPÎ

Albuma Nûçeyê