NÛÇE

23 binçavkirî sewqî dadgeha Amedê hatin kirin

Dem : 11 Kewçer 2018 Pêncşem

Ji rojnameger û siyasetmedarên kurd ên ku di 9’ê cotmehê de di encama operasyona qirkirina siyasî de hatine binçavkirin, 23 ji wan duh piştî îfadeyê hatibûn berdan. Îro jî di nav de rojnameger Kîbriye Evren û siyasetmedar Elîf Haran jî bi giştî 23 kes ji bo îfadeyê sewqî dadgeha Amedê hatin kirin

Hêzên polîsên dewleta tirk li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi awayekî hemwext li 9 bajaran ji bo binçavkirina 151 kesan, bi ser 183 malan de girt. Di encama serdegirtinên malan de li gel rojnameger Abdurrahman Gok, Kîbriya Evren, Semîha Alankuş, Esra Solîn Dal, Savaş Aslan, Hayat Ozmen û Cîhan Olmez, zêdetirî 121 kes hatin binçavkirin.  Rojnameger Lezgîn Akdenîz jî dema ku li Amedê nûçeya binçavkirinê dişopand hatibû binçavkirin.

Her wiha ji kesên ku hatin binçavkirin duh piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Amedê, 23 kes hatibûn berdan. 8 jê rojnameger û 90 jî jê siyasetmedar bi giştî 98 kes jî di binçavan de bûn. Piştî kar û barên li emniyetê ji 98 kesan 23 kes sewqî Dadgeha Amedê hatin kirin.

Rojnameger Kîbriye Evren, siyasetmedar Elîf Haran, Celal Yoldaş, Mehmet Temîzyuz, Eda Bezancir, Hulye Bîçen, Aliye Tok, Rifat Ronî, Turkî Gultekîn, Seher Tumer, Pinar Tekîn, Sercan Dogan, Kadriye Ozcanli jî di nav de, 23 kes ji bo ku îfade bidin dozgeriyê, sewqî dadgehê hatin kirin. Çav li rê ye ku ji 75 rojnameger û siyasetmedaran ên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin kom bi kom derxin dadgehê. AMED

Albuma Nûçeyê