ÇAND Û HUNER

2 mîrateyên din ji Almanyayê

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Katedrala Naumburger a ku di sedsala 13’emîn de hatiye avakirin yek ji berhemên girîng a dîrokî ye. Ev der bi peykerên fena zindî yê hosteyê Naumburgî yê nenaskirî navdar e. Uta ya Naumberg (Di wêneyê de dixuye) xweşiktirîn jina çaxa xwe tê qebûlkirin. Heger Hosteyê Naumburgî bizanibûna ev peykerê wî, wê li dinyayê bi nav û bibe, teqez wê peykera mehdtirş bi bişirînekê bixemilanda. Ev Katedrala Naumburger ku bi peykeran tên nasîn, kete nav Lîsteya Mîratayên Cîhanê ya UNESCO.

Ev her du mîrateyên li Almanyayê li gorî zemanê xwe bi stîla avahisaziya demê ne. Li bakurê Almanyayê di sedsala 9’an de ji alî Wîkîngan ve ji bo parastina li navenda ticaretê Haithabu ku li ser rêya bircên Danewerka ku ji 30 kilometre dirêjtire, hatiye çêkirin. Li wir mirov dikare  ji xeynî şerkeriya Wîkîngan û qedr û qimetdana wan a ticaretê bibîne. Bi van herduyan mîrateyên li Almanya yên ku di lîsteyê de ne bûn 44. FRANKFÛRT

Albuma Nûçeyê