JIN

170 sindoqên dengan şewitîne

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Parlamentera Iraqê Rengîn Ebdullah diyarkir ku 170 sindoqên dengan şewitîne û got; “Ev yek dê bandorê li ser hejmartina dengan bike û proseya hilbijartinê bêxe bin metirsiyê.”

Duh depoyek a ku sindoqên dengan têde bû, li navçeya Resafe a bajarê Bexda agir pêket û şewitî. Li ser vê yekê parlamentera YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê Rengîn Ebdullah got; “170 sindoqên dengan di nav wê depoyê de hebûn û şewitîn. Ev sindoq piranî dengên parêzgeha Bexda ên li navçeya Resafe bûn.”

Rengîn bal kişand ser bandora dengên şewitîn jî û wiha destnîşankir; “Wê bandorek mezin li ser hejmartina dengan çêbike. Wê ev yek proseya hilbijartinê bixe nava metirsiyek mezin de.”

Hilbijartinê Parlamentoya Iraqê di 12’ê gulana 2018’an de pêk hatin. Piştî encamên hilbijartinê hatin aşkera kirin, gelek aliyan nerazîbûn nîşandan û diyarkirin ku di hilbijartinan de sextekarî hatiye kirin. Li ser van nerazîbûnan parlamentoya Iraqê biryara ji nû ve hejmartina dengan ya bi dest dabû. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê