NÛÇE

9 leşkerên tirk hatin kuştin

Dem : 22 Kewçer 2018 Duşem

Li gorî daxuyaniya HPG'ê li Barzanê 5 û li Sêrtê jî 4 leşkerên tirk hatin kuştin. Li Qilabanê jî qûleya leşkerî bi temamî hate rûxandin. Li Bestayê derb li yekîneya veşarî hat xistin lê hejmara leşkerên hatin kuştin zelal nebû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê ya gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de di 21'ê cotmehê de li dijî artêşa tirk çalakî li dar xistine.

HPG’ê diyar kir ku di 21’ê cotmehê de hêzên wan li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên tirk ên li ser girê Bayrakê çalakiyeke sûîqestê kirin û di encamê de leşkerek hatiye kuştin. HPG’ê destnîşan kir ku di heman rojê de li leşkerên ku li Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê xistine û di bê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin. HPG’ê aşkera kir ku di heman rojê de li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkrên  artêşa tirk ên li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîne çeperên wan hatine rûxandin lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

Di berdewamiyê de HPG’ê destnîşan kir ku di 21'ê cotmehê li Qilabana Şirnexê li dijî yekîneyên artêşa tirk ên li ser Girê Maymûn çalakiyek hatiye lidarxistin, konteynirek û qûleyeke mezin bi temamî hatin rûxandin lê belê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûne nehatiye zelalkirin.

Leşkerên tirk reviyan

Der barê çalakiya xwe ya li Sêrtê jî HPG’ê ev daxuyanî da: “Artêşa TC a dagirker roja 18'ê cotmehê li herêma Herekolê ya Sêrtê bi gelek tîmên xwe yên taybet, cerdevan û kontrayên xwe li qadên Şehîd Berxwedan, Şehîd Canxurt, Korîdora Soriyan, Deriyê Egîdan, Deriya Çeperê û Destesorî derket operasyonê. Di vê operasyona berfireh de, hêzên me roja 20'ê cotmehê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê gelek alavên xwe yên leşkerî li pişt xwe hiştin û reviyan.”

HPG’ê aşkera kir ku di 21'ê cotmehê de li qada Îkîzce ya li navbera Şirnex û Cizîrê li yekîneyeke vaşarî ya derketibû operasyonê xistine lê hejmara leşkerên hatin kuştin û birîndar bûn nehat zelalkirin.

Sererastkirina daxuyaniya li ser gerîla Naîm Turkoz

Di dawiya daxuyaniya xwe de HPG’ê ev serastkirin kir: “Di daxuyaniya xwe ya 26'ê Tebaxa 2018'an de me ragihandibû ku roja 21'ê tebaxê li derdora gundê Lisek ê navçeya Elbak a Wanê di operasyona artêşa TC a dagirker de hevalê me Andok (Naîm Turkoz) radestî hêzên dijmin bûye. Piştî ku lêkolîn û lêpirsîn li ser mijarê hate kirin, aşkera bû ku hevalê me Andok radestî hêzên dijmin nebûye lê dîl hatiye girtin. Em vê yekê sererast dikin û ji raya giştî re pêşkêş dikin." BEHDÎNAN

 

Albuma Nûçeyê