JIN

JIN


Rewşa Celaliyan roj bi roj xirabtir dibe

Rewşa tenduristiya girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li Girtîgeha bajarê Xoy a girêdayî parêzgeha Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê dimîne her diçe xirabtir dibe. Nexweşiya çav û enfeksiyona giran bi Celaliyan re heye lê tevî vê yekî jî nayê dermankirin. Rayedarên girtîgehê jî destûr nadin ku Celaliyan ji bo tedawiyê biçe nexweşxaneyên der.


Kes nikare vîna jinan teslîm bigire

Roja ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin, bi dehan jin ji aliyê çeteyan ve hatine revandin. Cîgira Desteya Jinan a Kantona Kobanê Almaz Ronî têkildarî mijarê diyar kir ku ji ber herî zêde jin li dijî .


HDP li her derê nûnertiya wekheviyê dike

Namzeda HDP’ê ya Amedê Dr. Semra Guzel ku ji rêza 6’emîn hatiye nîşandin, der barê hilbijartin û endambûna xwe de axivî. Guzel ku bi eslê xwe Mêrdînî ye têkoşîna jinan li zanîngehê nas dike û piştî vê yekê tev li xebatên jinan dibe. Guzel anî ziman ku ew li dijî zîhniyeta serdest a mêr, gotinên mîlîtarîst û zayendperest di HDP’ê de cih.


Dê bi vîna jinan welat rizgar bibe

Di çarçevoya hilbijartinên 24’ê hezîranê de li her deveran xebatên partiyan bênavber berdewam dikin. Der barê hilbijartinê de seroka baskê jinan a CHP’ê Gûlbeyaz Bîngol axivi. Bîngol bal kişand ser vîna jinan û got ku di 24 ‘ê hezîranê dê Tirkiye bi vîna jinan rizgar bibe. Bîngol diyar kir ku êdî tehemûla hilbijêrên AKP’ê jî nemaye û a.


Çand nasnameya netewbûnê ye

Jinên ku çanda xwe ya kevnar heta vê demê anîne û ji dil û can diparêzin, dibêjin ku çanda nasmeya netewbûnê ye û divê ev nasname ji aliyê jinan ve bê parasti.


Li baxçeyan dema gêlazan dest pê kir

Li Deşta Mêrdînê bi hatina havînê re demsala fêkiyan dest pê kir. Bajarê bi çiya û axa xwe ya dewlemend tê zanîn, van rojan gêlazên wê balê dikişînin. Gêlazên ku zarok li ser rêyan difroşin, gihiştina wan demek dirêj digire. Li gundê Akresê her sal di vê demsalê de welatî ji baxçeyan gêlazan kom dikin. Ji welatiyan Faîze Aksoy diyar ki.


Tevî ew qas dixebitin jî destheqa wan pir hindik e

Jinên navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî da ku debara jiyana xwe ya rojane bikin bi saetan di nav zeviyên pembo û sebzeyan de dixebitin. Tevî ku jinên di nav zeviyan de dixebitin bi rojî ne dîsa jî dest ji karê xwe bernadin. Ji ber ku bi roj pileyên germahiyê bilind dibin, jin piştî paşîvê di derdora saet 04.00’an diçin nav z.


Bila jin bêhtir çalak bin

Namzeda HDP’ê ya Kirklareliyê parêzera femînîst Dîren Cevahîr Şen ku li dijî komkujî, şîdet û êrîşên li hemberî jinan bi salan e alîkariya hiqûqî dide jinan, vê carê ji bo mafên jinan li parlamentê biparêze bûye namzed. Şen diyar kir ku HDP partiyeke jinan e û ji ber vê taybetmendiya xwe ji partiyên din ên siyasî re bûye mînak û wiha g.


Tenê HDP ji jinan fam dike

Piştî partiyên siyasî namzedên xwe diyar kirin û danezanên xwe aşkera kirin, gelek niqaşên din ketin pêş. Danezana HDP’ê ya der barê mafê jinan de li gorî partiyên din cuda bû û herî zêde HDP cih da namzedên jin. Akademîsyena Aştiyê Asli Aydemîr ku bi KHK’ê hat îxrackirin, der barê nêzîkatiya partiyan a li hemberî jinan nirxand. Aydemî.


Divê namzedên jin zêdetir bûna!

Seroka Komeleya Piştevaniya Namzedên Jin (Ka.Der) Nuray Karaoglû der barê tabloya namzedên 24’ê hezîranê de nirxandin kir û got ku hejmara namzedên jin ên partiyên siyasî qet ne baş e û diyar kir ku divê pêkananîna qotaya wekheviya li meclisê bi qanûnan bê parastin. Karaoglû da zanîn ku pêvajoya namzediyê gelek kurt bûye û jinan bi hemû enerjiya.


Dê di hilbijartinê de hesab ji qetlîmageran bê pirsîn

Namzeda HDP’ê ya Edeneyê Sever Ûzûn, di sala 1975’an de li Çêlikana Semsûrê hat dinê. Di sala 1993’yan de koçî Edeneyê kir û dayika du zarokan e. Keçeke Ûzûn di şerê li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da. Ûzûn ewilî di Partiya Kedê ya Gelan (HEP) dest bi siyasetê kir û ji wê demê ve di warê ked û demokrasiyê de têdikoşe. Ûzûn destnîşan kir .


Çav û guhê jinan li HDP’ê ye

Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de heri zêde HDP cih da namzedên jin. Ji ber vê ji çav û guhên jinan li HDP’ê ye. Jinên ku di HDP’ê de bûne namzed diyar kirin .


Bi deh hezaran jin ji bo kurtajê meşiyan

Li Arjantînê, jinan fûlarên kesk li stuyê xwe gerandin û li kolanên Bûenos Aîresê meşiyan, xwestin kurtaj qanûnî bibe. Piştî ku kurtaj li Îrlandayê bi rêya referandûmê qanûnî bû, vê yekê hêvî da welatên katolîk ên mîna Arjantînê. Li Arjantînê ku welatê lîderê alema xiristiyan Papa Francis e, dêr hewl dide ku pêşî li qanûnîbûna kurtajê .


‘Em bi dengekî dikarin faşîzmê bifetisînin’

Namzeda HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku heta niha gelek caran hatiye binçavkirin, girtin û nêzî 20 salan di girtîgehê de maye, der barê hilbijartinê de axivî. Dundar bal kişand ser zehmetiyên pêvajoya hilbijartinê ku di pêvajoyeke Rewşa Awarte de pêk tê û diyar kir ku partiya wan ji bo gelan alternatîfek e û wiha got: “Li dijî îtifaqa .


Mesele meseleya demokrasiyê ye

Prof. Dr. Fatmagûl Berktay di çarçoveya demokrasî û temsîliyeta wekheviyê de hilbijartina zordest ku dê di 24’ê hezîranê de çêbibe nirxandin kir. Berktay anî ziman ku hin partiyên siyasî ku tenê beriya hilbijartinê têkoşîna ji bo demokrasiyê dixin rojeva xwe, bi vê vegotinê careke din jinan datînin hêlekê û wiha got: “Ev tiştekî wisa t.