NÛÇE

Qeyûm bi ‘feodaliyê’ gef xwar

Dem : 09 Adar 2018 În 44 caran hate xwandin

DENÎZ ÎKE / WAN – ANF

Cîgirê Midûrê Emniyeta Wanê Murat Hoş ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Erdîşê hat kirin, bi anîna sîstema feodalîzmê gef li esnaf û ajokarên taksiyan ên li navçeyê xwar. Hoş bi taksîkaran re civîn çêkir û ji wan re got “Ger hûn bi ya min nekin, ez ê sîstema feodalîzmê bînim.”

Li navçeya Erdîş a Wanê, zext û zordariya ku qeyûm li esnafên navçeyê dike berdewam dike. Qeyûmê ku bi rêya polîs û zabiteyan zextê li esnafan dike û bi rengekî kêfî dest datîne ser destûrnameyên wan, niha jî bi anîna sîstema feodalîzmê gefê li esnafan dixwe.

Cîgirê Midûrê Emniyeta Wanê Murat Hoş ku wek qeyûm li Şaredariya Erdîşê hate bicihkirin, çend roj berê li saloneke dawetê civînek bi esnafan û ajokarên taksiyan re çêkir û gef li esnafan xwarin. Qeyûm Hoş ji esnafan re got ger bi ya wî nekin û li gorî fermanên wî tev negerin, dê li dijî wan her tiştî bike û wiha got: “Yan hûn ê bi dewleta xwe re bibin yek, yan jî çi ji destê me bê em ê li dijî we bikin. Dewlet li vir e û em dewlet in. Hûn jî neçar in ji bo dewletê hebin.” Ajokarekî taksiyê yê tev li civînê bû û nexwest navê xwe aşkera bike anî ziman ku qeyûm Hoş ajokarê taksiyê Zafer Ceylan ê li taxa Yeşîlovayê ji aliyê hêzên dewletê ve hate kuştin aniye bîra wan û wiha pê de çû: “Hoş got ‘Divê her kes bi aqilane tev bigere. Nexwe, aqûbeta Zafer dê bê serê we jî. Hûn hemû xwedî mal û malbat in, ji bo aqûbeta Zafer neyê serê we divê hûn bi vî rengî tev bigerin.’”

Gef li parêzeran xwarin Her wiha tazmînata ku malbatên ji erdhejê zerar dîtine bi rêya parêzeran di dadgehê de qezenc kir, li gefên qeyûm aliqî. Qeyûmekî din ê li şaredariyê Midûrê Daîreya Bacê ya Erdîşê Cûma Şahîn gef li parêzeran xwar, ji bo parêzerên îcraya ji bo tazmînatê danîne ser şaredariyê vekişînin. Şahîn ji parêzeran re got “Ger hûn îcrayê venekişînin, ez ê deynê we yê bacê yê berê ji nû ve binirxînim. Vê carê komîsyonên tazmînatê jî nikare we rizgar bike.” Hat ragihandin ku ji ber gefên Şahîn gelek parêzeran îcraya ji bo tazmînatê danîbûn vekişandiye.

Albuma Nûçeyê