NÛÇE

Li Cizîrê hê jî 16 cenaze winda ne

Dem : 19 Avrêl 2018 Şemî 107 caran hate xwandin

 

Di ser qedexeya ku li Cizîrê hatibû îlankirin re 2 sal derbas bûn lê hê jî cenazeyên 16 kesan nehatine dîtin. Malbatên ku dixwazin kêleke gorên zarokên wan jî hebe diyar kir ku cenazeyên zarokên wan di bin qada ku TOKÎ lê tên çêkirin de ne.

Di ser qedexeya ku di navbera 14’ê kanûna 2015’an û 2’yê adara 2016’an de ku li navçeya Cizîra Şirnexê hat îlankirin re du sal derbas bûn lê hê jî cenazeyê gelek kesan nehatine dîtin. Ji 130 kesên ku di jêrzemînan de bi birîndarî hatin şewitandin û kuştin, hê jî cenazeyên 16 kesan nehatine dîtin. Malbatan gelek caran nimûneyên xwînê dan saziyên tiba edlî lê bi tu awayî encam negirtin.

Malbatên ku du sal e ji bo cenazeyên zarokên xwe bibînin tev digerin, dixwazin kêleke gora zarokên wan jî hebe. Li aliyekî malbat ji bo cenazeyên zarokên xwe tev digerin li aliyê din jî li qada ku bi dehan mirov lê hatin şewitandin û kuştin, çêkirina avahiyên TOKÎ’yê didome.

Ji vê qadê heta niha 3 cenaze hatine derxistin û tê texmînkirin ku hê jî cenaze li vê qadê hene. Ji bo çêkirina avahiyên TOKÎ’yê raweste malbatan gelek caran serî li dozgeriyê da lê hemû serlêdanên wan hatin redkirin. Hezne Aslan ku di dema qedexeyê de 2 zarokên xwe winda kirin, anî ziman ku wan cenazeyê kurê xwe Saîd ê di dema qedexeyê de hat kuştin wergirtiye, lê cenazeyê keça xwe Hacerê nedîtiye.

Dayik Aslan da zanîn ku ji bo vê wê du caran nimûneya xwînê daye û wiha got: “Keça min di jêrzemîna yekemîn de hat kuştin. Bi şev carinan keça min tê xewna min. Divê rayedar aqûbeta cenazeyan diyar bikin.”

Taybet Gokhan, hevjîna Osman Gokhan ê ku hîn jî cenazeyê wî nehatiye dîtin e, diyar kir ku zarokên wê dixwazin kêleke bavê wan jî hebe û wiha pê de çû: “Herî dawî navê hevjînê min di jêrzemîna yekemîn de derket. Du sal e her roj heman tiştî dijîm. Tevî 7 zarokên xwe her sibeh em li bendê ne ku hevjînê min vegere. Gelek cenaze di nav molozan de winda bûne. Du meh berê xesûya min mir, berî bimire nimûneya xwînê da lê hê jî cenaze nehatiye dîtin.” Şirnex – Ma